Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min 2022-07-01 14:41:25   ENQERE - Di Doza Kobanê de dadgehê ji bo siyasetmedarên kurd pirsa “tu gilîdarî” ji gilîker Onur Bal kir û Bal got ku bûyer nayê bîra wî û gilîdar nîne.   Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja 4’an de berdewam dike. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de malbatên siyasetmedarên girtî, rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan ên Enqereyê û gelek parêzer jî amade bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyê, ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Di danişînê de gilîker Onur Bal ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar a Sîlîvriyê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê axivî. Bal, diyar kiribû ku di 6-8’ê cotmeha 2014’an de li Zeytînburnu ya Stenbolê birîndar bûye û serokê dadgehê pirsa “Tu gilîdarî” ji Bal kir. Gilîker Bal jî got ku bûyer nayê bîra wî û ji siyasetmedaran gilîdar nîne.    PERGALA MÊRÊ SERDEST   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata derheqê “şahid û gilîker” de mafê axaftinê girt. Ata, diyar kir ku operasyonên li dijî jinan piştî îfadeyên “şahidê nepen A53” hatine destpêkirin û wiha domand: “Ne pêkane ku çalakiyên me werin îllegalîzekirin. Dema jinên li rojhilatê welêt wekheviyê dixwazin jê re dibêjin ‘welat parçe dikin’ û dema yên li rojavayê welêt wekheviyê dixwazin jî jê re dibêjin ‘malbatê parçe dikin.’ Belê rast e jin dixwazin tiştekî parçe bikin û ew jî pergala mêrê serdest e. Dema dengê çekan tê ji ewil dengê jinan qut dikin. Ya ku A53 kirî jî ev e. Xwest ji ewil dengê jinan qut bike. Bo me jinan her roj 8’ê Adarê ye û li dijî tundiyê her roj dadikevin kolanan. Mimkin nîne ku zilam beşdarî civînên me bibin. Lê şahidê nepen dibêje ‘li filane erdê civîn kirin.’ Hûn guh nadin gotinên me lê guh didin dengê îtîrafkaran. Îdia dikir ku ez di 6-8’ê Cotmehê de beşdarî civînê bûme. Min berê jî gotibû ku ez tev li civîna MYK’ê nebûm û wê demê li Pirsûsê bûm.    JI BER DAXWAZA MIN A AZADIYÊ GOTIN ‘TERORÎST’    Em li dijî vê pergalê xwe birêxistin dikin û weke jin em dibin hedefa pergalê. Ji ber ku em jinên kurd in lewma cihêkarî li me tê kirin. Bêyî ku serî li tundiyê bide, hemû kes dikare fikrên xwe bibêje. Lê belê weke jineke kurd çima ji ber daxwaza min a azadiyê ji min re dibêjin terorîst? Ji ber îdiaya xwe ya azadî û wekheviyê em îro tên darizandin.    Em jin têkoşîna wekheviyê dimeşînin lê weke jinên li Kurdistanê fikara me ya aştiyê heye. 17 hezar cînayetên kiryarnediyar me jiyan. Balafirên F-16 her roj ji nizm ve li ser serê me difirin. Em di şert û mercên şer de mezin bûn. Dijderketina şer çima sûc e? Bila hinek bifikirin bê ka çima mirov derdikevin çiyê. Me nedizanî ku binpêkirina mafê me yê perwerdeyê tundî ye lê bi demê re em hîn bûn. Li hêlekî bi gotina ‘welat parçe dibe’ hûn jinan krîmînalîze dikin û li hêla din jî jinan jinedîtî ve tên. Niha jî îtîrafkarekî mêr ji me re dibêje ‘kadroya rêxistinê.’ Baş e ev çi rêxistine ku kesek hemû kesan nas dike.”    ‘TRAJÎKOMÎK Û VALA’   Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Êdî tu cidiyeta guhdarîkirina ‘şahid û gilîkeran’ nema ye. Tu bingehekî aqilane yên van îfadeyan nînin. Ji bo ku tiştekî aqilane hebe, ji ewil divê şahid şahidî kiribe. Şahidê nobedar ê duh hatiye guhdarîkirin, îftîrakar e. Dema îfade dida, îfadeya xwe ya berê derewand. Lewma min duh xwe negirt û keniyam. Trajîkomîk bû. Heke hiqûq ewqas ji exlaqê were dûrxistin, di encama wê de jî şahidên wiha yên mîna robotan derdikevin holê û doz li ser gotinên wan didomin.    Êdî mirov nikare xwe ji wan aciz jî bike. Hem û hem jî hûn baş dizanin bê ka saziyên emniyetê pergalekî çawa ava kirine. Şahidê ku we duh guhdarî dikir, sîxûrên asta herî jêr û yên bi pereyê herî kêm ên ji hêla polîsan ve tên xebitandin in. Xebatkarên taşeron in ku tu pênc qirûşan bidî destê wan, diçin ser xelkê îfadeyan didin. Emniyet kengî bixwaze ji van kesên pereyê herî kêm werdigirin bixwaze bangî wan dike û dibêje ‘were em ê biçin operasyonê. Were îfadeyê bide.’ Bo wan girîng nîne bê ka jêbawerin an na.    Dînên vî welatî jî ji van bawer nakin lê hûn li wê bendê ne ku em jê bawer bibin. Mirovek ewqas jî ji mirovbûna xwe nayê derxistin. Dema me pergaleke rasteqîn a hiqûqê ava kir, dê van jî biavêjin sergoya dîrokê. Qet nebe şahidên birêxistinkirî bînin da ku em bibêjin hûn bi rastî jî cidî nêz dibin. Derewên şahid teşhîr bûn. Parêzerê me îfadeyên wî yên derew bi bîr xistin lê we parêzer bêdeng kir. Serê wî şahidê bêmejî tevlihev bû û gotinên xwe tevlihev kirin. Niha jî li dijî vîna demokratîk a gelan bi destê dadgehan şerekî qirêjî hatiye destpêkirin lê em ê bi serkeftinê bersivê bidin vî şerê qirêjî. Dê di nava wê zîhniyeta xwe ya beredayî de bifetisin.”    'ŞERTÊN ŞAHIDBÛNÊ ÇÊNEBÛNE’   Piştre jî parêzer Çîgdem Kozan axivî û ji bo şahidên ku di dosyayê de ji bo wan tevdîrên parastinê hatine girtin got “şertên şahidbûnê çênebûne” û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku bibin şahidê nepen, divê xetereyeke berbiçav hebe. Samî Baran û Kerem Gokalp weke şahidên vekirî hatin guhdarîkirin. Gelo tiştek yek ji wan bû? Me duh dît bê ka şahid çiqas bi rehetî derewan dike. Sedema vê jî ew e ku dosyaya kompasê ye. Şahid di îfadeyên xwe de dibêje ‘ez kadro me û li qada legal nînim.’ Diviya derheqê kesekî wiha de lêpirsîn bihata vekirin û dê ji poşmantiya bibandor sûd bigirta. Lê belê got ku derheqê wî de lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Ev rewşeke absûrd e.”    Şandeya dadgehê navber da danişînê.