ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel 2022-07-02 16:02:13   STENBOL – Şaxa ÎHD’a Stenbolê di Rûniştina F ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel û xwest Guzel bê berdan.    Çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş ji aliye Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve tê li darxistin, di hefteya xwe ya 536’emîn de li pêşiya avahiya komeleyê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel bê berdan” , “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin vekirin û dowizên ku wêneyên girtiyan li ser hatin hilgirtin.    ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel a 60 salî ku li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê tê ragirtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê yê Stenbolê Mehmet Acettîn ê metnê daxuyaniyê xwend, diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de şertên jiyanê yên girtiyan zehmet bûne û wiha got: “Girtiyên bi awayekî bitendurist dikevin girtîgehê ji ber şertên girtîgehê di demekî kurt de nexweş dibin.”   ‘DI BÊHN WERGIRTINÊ DE ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNE’   Acettîn ê ku anî ziman ku nexweşiyên weke dil, şekir, hîpertansiyon, astim, fitika pişt û stû bi Mûhlîse Karaguzel re hene û wiha got: “Ji ber ku şekira wê gelekî zêde ye, derziya însûlînê rojê 4 caran tê danîn. Ji ber ku şekira zêde zerar daye çav û gurçikên wî, êşa giran dikişîne. Her çend ji ber nexweşiyan xwarina diyetê pêwîst be jî, ev pêwîstî bi cih nayê anîn û ev yek jî pirsgirêkên tenduristiyê zêde dike. Karaguzel ku ji ber nerehetiya çavên wî gelek caran anjiyoya çavan derbas kir, doktorên wî gotin ku divê bi lezgînî bê emeliyatkirin. Lê belê ji ber ku di dema vê emeliyatê de îhtimala windakirina çavên wî hebû, emeliyat nehat kirin. Karaguzel ji ber nexweşiya xwe ya astimê ya ku her diçe giran dibe zehmetî dikêşe, nikare razê û ev yek bandorek neyînî li jiyana wî ya rojane û tenduristiya wî dike.”   8 ROJAN DI NAVA NIVÎNAN DE HATE KELEMÇEKIRIN   Acettîn, bi lêv kir ku Karaguzel jib er di sala 2021’an de krîza dil derbas kir û rewşa wê giran bû li Qeyseriyê rakirin nexweşxaneyê û wiha berdewam kir: “Li nexweşxaneyê anjiyo hatiye kirin û 2 rojan di beşa venêrîna awarte de hatiye girtin. Di anjiyoyê de hat destnîşankirin ku gelek demarên diçin dil hatine girtin. Piştî 3 rojan careke din anjiyo hatiye kirin û 8 rojan di nexweşxaneyê de maye. Di nava 8 rojên li nexweşxaneyê de di nava nivînan de hatiye kelemçekirin. Karaguzel ku di 9’ê adara 2022’an de cara sêyemîn krîza dil derbas kir, rakirin Nexweşxaneya Bajar a Qeyseriyê û li vir jî stent xistine demarên wê yên hatibûn girtin. Karaguzel dema li nexweşxaneyê dimîne dîsa di nava nivînan de hatiye kelemçekirin.      Acettîn herî dawî bang li rayedaran kir ku peywîra xwe bi cih bînin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bila Mûhlîse Karaguzel bê berdan” , “Bila girtiyên nexweş bên berdan”  , “Tedawî mafê nikare bê astengkirin” bi dawî bû.