14 kesên beşdarî kongreya HDP’ê bûn hatin binçavkirin 2022-07-05 16:29:21   ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya piştî kongreya HDP’ê de ji bajarên cuda 14 kes hatin binçavkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê tîrmehê de 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar xist. Piştî kongreyê jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bajarên cuda 14 kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku komên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê piştî kongreyê hinek kes ji wesayîtan paya kirin û hinek kes jî di encama serdegirtina malan de binçav kirin. Li gorî agahiyan, niha 9 kes li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tên ragirtin. Her wiha ji binçavkiriyan 4 kesan dê ji Êlihê û kesekî jî ji Îzmîrê bînin Enqereyê. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin ji 4’ê tîrmehê ve di bin çavan de tên ragirtin.    Serdozgeriyê lêpirsîn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” vekiriye û dirûşmên di kongreyê de hatine berzkirin jî weke hincet hatiye nîışandan.