ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-06 09:00:01   * Şêniyên Taxa Fetîhtepe ku meheke av û ceryana wan hatiye qutkirin li dijî rantê li ber xwe didin. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku dê ji bo qadên xwe yên jiyanê paş de gav neavêjin.    * Ji polîsên ku di dema binçavkirinê de bi kûçikan îşkence li Rojbîn Çetîn a HDP'î kiribûn derbarê 10 polîsan de biryara neşopandinê hatiye dayîn û derbarê polîs Serdar G. de jî bi sûcê "birîndarkirina hêsan" doz hatiye vekirin.    * Li Amedê esnafan destnîşan kirin ku cejn nêz bûye lê li kolanan kes tune ye û bal kişandin ser kûrbûna krîza aborî.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 485’emîn de berdewam bike.    * Komîsyona Amadekar ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz dê li Meclisê bicive. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin, dê li Amedê li pêş Saziya Tiba Edlî, li Îzmîrê jî li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê dê were lidarxistin. (11.00-16.00) ZINDÎ