Taxa Fetîhtepeyê 30 roj in bê av û ceryan e 2022-07-06 09:01:18   STENBOL - Şêniyên Taxa Fetîhtepe ku meheke av û ceryana wan hatiye qutkirin li hemberî rantê li ber xwe didin. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku dê ji bo qadên xwe yên jiyanê paş de gav neavêjin.    Bi hinceta "veguherandina bajêr" şêniyên Taxa Fetîhtepe ya Okmeydanî ya Stenbolê bi zorê ji taxê tên derxistin. Dihat payin ku plana veguherandina bajêr a li Taxa Fetîhtepe ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê di dawiya sala 2020'an de dest pê bike, lê ji ber ku Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê û şêniyên taxê li hev nekiribûn veguherandina bajêr dest pê nekiribû. Niha jî ji ber ku şêniyên taxê ji xaniyên xwe dernayên av û ceryana wan hatiye birîn.    Ji şêniyên taxê Emîne Ûlûişik a 80 salî diyar kir ku nêzî mehekê ye av û ceryana wan tune ye û got: "Em vê zilmê qebûl nakin." Ûlûişik bilêv kir ku fiyetekî di biniya heqê xaniyê wan da berpêşî wan hatiye kirin û got: "Cihekî ez pê de biçim tune ye. Em li vî xaniyî hatin dinê, min zarokên xwe li vî xaniyî anîn dinê, mezin kirin û zewicandin. Kesên ev xanî çêkirina piranî ji wan niha di bin axê de ne. Kurê min li vî xaniyî mir, hevjînê min li vî xaniyî mir. Ev xanî, ev tax ji bo min tenê ne çend kevir in, ev der cihê êş û azarên min, kêf û şahiya min e jî."    AVÊ LI SER TÛP GER DIKE    Ûlûişikê wiha axivî: "Ji me re dibêjin derkevin. Lê niha li Stenbolê xaniyê herî xirab kirêya wan pênc hezar e. Dewlet dibêje ew ê heqê kirêya kesên xaniyên wan bi tapo hezar û 950 lîreyî bide û yên din jî hezar û 300 lîre bide. Lê gantiya vê tune ye. Ez nikarim piştî vî temenî kirê bidim, meaşê min ma yê têra min bike an kirê. Ji ber ku me îmze nedaye nêzî mehekê ye ava me û ceryana me tune ye. Zarokê min nexweş e. Kurê min ê mezin nexweş e. Ez avê li ser tûp germ dikim."    ‘EZ DI BIN XANÎ BIMÎNIM JÎ EZ ÎMZEYÊ NADIM'   Yaşar Kavlak ê 53 salî jî anî ziman ku 20 sal in li vê taxê ne û wiha got: "Şaredariya Beyoglû ya AKP'î ji bo îmzeyê gelek caran gazî min kir. Min got ez îmzeyê nadim. Ji ber ku min îmze neda ceryana min, ava min û gaza min hat birîn. AKP, dibêje ez misilman im. Ger misilman bûna dê avê qut nekirana. Tu eleqeya wê bi misilmaniyê re tune ye. Ez avê bi destan tînim malê ji bo dêya min destnimêj bigire. Ez avê ji jêrê tînim û dêya min pê destnimêjê digire. Ma ev misilmantî ye? Ev çend roj e li taxê hin kes digerin. Dibêjin ên îmze nedane dê trîlyon û nîvekê wergirin. Ne yek û nîv, 3 trîlyonan jî bidin û ez di bin vî xaniyî de jî bimînim ez îmzeyê nadim."    RANT   Zafer Ûlûişik ê 46 salî ku li vê taxê çêbûye anî ziman ku mehek e zilm li wan tê kirin û wiha axivî: "Bi darê zorê me ji malên me derdixin. Ûlûişik destnîşan kir ku qutkirina av, ceryan û gazê di şer de jî nayê kirin û got: "Lê ev tişt anîn serê me. Tew dibêjin em misilman in. Tu eleqeya wan bi misilmaniyê tune ye. Niha em lazmatiyên xwe ji cem cîranên xwe tînin. Em jib o heqê xwe li ber xwe didin. Daîreya min 110 metrekare ye û min got hûn 70 metrekareyî jî bidin min ez razî me. Lê bi ser de radibin 270 hezar lîr edeyn jî dixin stuyê min. Xwestin ez pêşin bidim, lê min qebûl nekir. Ez ê 20 salan wekî koleyan ji wan re bixebitim da ku akribim deynê xwe bidim. Dê bi darê zorê heczê deynin ser mala min. Li vir veguherandina rantê heye, ne ya bajêr. Li vir projeyeke ji ku ji Galataportê dest pê dike heye. Dixwazin rijek berî rojekê me ji vir derxin û vê projeya ku heya Sutluceyê diçe temam bikin. Jixwe pri aşkere ye ku dê rezîdansan û AVM'yan pêşkeşî kê bikin."    FATÛREYA CERYAN Û AVA HATIYE QUTKIRIN   Hande Gîzem Terkî ya 26 salî jî diyar kir ku 9 sal in li Fetîhtepeyê ye û heqê ceryan û ava ku mehek berê hatiye birîn ji wan tê xwestin. Terkî got: "Ma çima ez ê heqê xizmeta nehatiye kirin bidim? Ji ber ku me destûr neda vê yekê tevî polîsan avêtin ser malên me. Berê Robîn hood ji zengînan distend dida feqîran, lê li welatê me ji efqîran distînin didin zengînan."    Terkî destnîşan kir ku dê qutkirina av û ceryanê nikaribe wan bitepisîne û wiha got: "Em ê li ber xwe bidin. Mirovan ev ked bi rihetê bi dest nexistiye. Gava meaşê xwe zêde dikin pênc deqeyan difikirin lê gava yên mirovên wekî me zêde dikin pênc hezar carî difikirin."    MA/ Esra Solîn Dal