Li Enqereyê 46 kes hatin berdan 2022-07-06 12:05:27   ENQERE - Li Enqereyê duh 46 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Duh li Enqereyê di mudaxileya li dij3i Meşa Rûmetê ya 2’yemîn de 46 kes hatibûn binçavkirin. 46 kes bi hêceta “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê” hatin sûcdarkirin û îfadeya wan hat girtin. Piştî 46 kesan îfade da Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê hatin berdan.    Hat zanîn ku yên hatine binçavkirin ji ber tundiya polîan li wan kiriye rapor girtine û dê giliyê polîsan bikin.