Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê 2022-07-06 14:00:24   EDENE - Ji binçavkiriyên li Edeneyê 7 kesan îfade da dozgeriyê. Tê payîn 30 kesên din jî sewqî dozgeriyê bikin.    Li Edeneyê di çarçoveya lêprisîna Serdozgeriya Komarê de derbarê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de da destpêkirin, siyasetmedar û hunermend jî di nav de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê 37 kes hatibûn binçavkirin. Biryara veşarî li ser dosyeyê ye û 37 welatî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “li ser navê rêxistnê xebat kirine” tên sûcdarkirin. Hat zanîn ku binçavkiriyan li Midûriyeta Polîsan îfade nedane. Cîgira Şaredarê Seyhanê Funda Buyruk, endamên Komeleya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Tacettîn Başar, Ayşe Irmak û Mehmet Sarûhan ku îfade nedane polîsan wan sewqî Edliyeya Edeneyê kirin. 7 kesan îfade daye dozgeriyê û hat zanîn ku dê her 30 kesên din jî sewqî edliyeyê bên kirin.    NAVÊN BINÇAVKIRIYAN    Navên kesên di binçavan de wiha ne: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak, Şîrvan Aksoy û Tacettîn Başar.