Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin 2022-07-06 15:39:24   AMED - Sirri Sureyya Onder ê bi îdiaya “heqareta li Serokkomar kiriye” bi 10 meh cezayê hefsê dihat darizandin vê carê ji bo heman gotinan hat xwestin derbarê Onder de ji xala 301’ê heta 2 salan ceza were birîn.    Parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di operasyona 4’ê Mijdara 2016’an de hatibû binçavkirin. Onder di îfadeyên xwe de diyar kiribû ku Erdogan xwedî raboriyek bi guman a siyasî ye û ji ber Erdogan ferman da ev darizandin hat destpêkirin û ne mimkin e ew vê darizandinê qebûl bike. Ji ber van gotinan bi îdiaya ku Onder “Heqaret li Serokkomar kiriye" heta doz hat vekirin û heta 10 mehan cezayê hefsê jê re hat xwestin. Ji ber yekê 10 meh cezayê hefsê li Onder hatibû birîn. Vê carê jî ji xala 301’emîn a Qanûna Cezayê Tirk derarê Onder de heta 2 salan ceza hat xwestin.    DOZGER CEZA XWEST    Dozger di danişîna Onder a di 21’ê hezîranê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 4’emîn a Amedê hatibû lidarxistin ji bo cezakirinê mutalaya xwe da dadgehê.    Onder beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Serdar Çelebî tev li bû û got daxwaza wan a berfirehkirina dozê nîne û xwest kêmasî werin temamkirin.    Dozger xwest Onder ji xala 301’ê Qanûna Cezayê Tirk bi îdiaya “heqaretê li serokkomar” kiriye were cezakirin.    Parêzer Serdar Çelebî ji bo ew parastina xwe ya derbarê esasê de amade bikin wext xwest.    Dadgehê daxwaza Çelebî qebûl kir û danişînê taloqî 21’ê îlonê kir.