Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine 2022-07-07 12:40:17 STENBOL - Serlêdana li AYM’ê ji bo taloqkirina înfaza girtiyê bi navê Serdar Yildirim ê ji navtangê jêrtir felc e û ATK’ê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dayê, 3 sal in biryar nayê dayîn.  Girtiyên nexweş Serdal Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yan a Metrîsê tê ragirtin, di 17’ê Adara 2009’an de di encama qezaya trafîkê ya li navçeya Qosera Mêrdînê derbas kir de ji navtanga xwe û jêr felc bû. Yildirim ê ku neçar ma bi kursiya biteker jiyana xwe bidomîne, li Nexweşxaneya Îbnî Sîna Enqereyê emeliyat bû. Ji stuyê Yildirim heta pişta wî nêzî 40 platîn lê hatine bi cih kirin.    Derbarê Yildirim ê bi kursiyeke bi teker dijî de ji ber xebatên wî yên siyasî bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “endaman li rêxistinê zêde bike” doz hate vekirin û têkildarî vê sûcdariyê şahidek weke hincet hate nîşandan. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di 31’ê Gulana 2016’an de 9 sal cezayê hefsê li Yildirim birî. Ceza di 17’ê çileya 2017’an de ji aliyê 16’emîn Daîreya Ceza ve hate pejirandin. Piştî cezayê Yildirim hate pejirandin di 28’ê kanûna 2018’an de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.    ATK’Ê RAPORA ‘NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE’ BIMÎNE DA    Yildirim, ji ber acizahiyên xwe sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate kirin. Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneyê di 10’ê çileya 2019’an de bi rapora ku amade kir diyar kir ku Yildirim tena sere xwe nikare li xwe binêre û divê bi ambûlansê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yan a Metrîsê bê kirin. Yildirim roja ku rapor hatiye dayîn sewqî Girtîgeha Metrîsê hate kirin. Daxwaza sewqkirina Saziya Tiba Edlî (ATK) ya ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo Yildirim hatibû kirin jî dema Yildirim anîn Girtîgeha Metrîsê hate qebûlkirin. ATK’ê derbarê Yildirim de di 6’ê Sibata 2019’an de rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ dabû Yildirim û di rapora xwe de diyar kiribû ku Yildirim tena serê xwe nikare bijî.     MIDURIYETA POLÎSAN Û DOZGER BERDANA WÎ ASTENG KIRIN    Parêzerên Yildirim li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da û xwest înfaza wî were taloqkirin. Dozgeriyê ji Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê nivîs nivîsand û pirsa “heke înfaza were taloqkirin wê ji bo ewlehiya civakê bibe pirsgirêk an na?” kir. Miduriyeta polîsan jî îdia kir ku heke Yildirim bê berdan an dê tev li PKK’ê bibe an jî dê di nav kar û xebatan de cih bigire û nexwest bê berdan. Dozgeriyê miduriyeta polîsan weke referans girt ber çavan û di 5’ê adara 2019’an de daxwaza taloqkirina înfaza Yildirim qebûl nekir. Piştî qebûl nekirina daxwazê, parêzeran li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê îtîraz kirin. Dadgehê îtîraza parêzeran red kir. Dû re parêzeran serî li dadgeha jortir dan, ev serlêdana parêzeran jî di 29’ê nîsana 2019’an de hate redkirin.    3 SAL IN EMELIYAT NABE    Yildirim, di girtîgeha lê dimîne de di sala 2019’an ji aliye kesên ji lênêrîna nexweşan peywîrdar ve hate xistin. Di dema ketinê de platînê di mejîpişta Yildirim de hatibû bicihkirin tehisiya. Ji ber vê tehisînê Yildirim zehmetiyê dikişine xwe dirêj bike û raze. Ji ber van êş û janan Yildirim sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nexweşiyên Hestî ya Metîn Sabanci ya Balta Lîmani hate kirin. Bijîşkan têkildarî rewşa Yildirim hişyar kirin û wiha gotin: “Divê bilez emeliyat bibe. Lê emeliyatê jî encax ev bijîşkê ku platîn li laşê wî bi cih kirine dikare bike.” Li ji ber Prof. Dr. Tarik Yazar ê li Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Enqereyê Yildirim tedawî kiribû, teqawît bûye, emeliyat nikarî bê kirin.    Parêzerê Yildirim Vedat Ece, di 5’ê Gulana 2019’an de ji bo înfaz were taloqkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Dadgehê bi biryara navbeynê ya di 21’ê gulana 2019’an de da îdiakir kir ku “xetereyeke jiyanî nîne” û daxwaz red kir. Parêzer Ece di 28’ê mijdara 2019’an de ji bo taloqkirina înfazê cara duyemîn serî li AYM’ê da. AYM’ê di 5’ê Sibata 2020’an de daxwaza parêzer careke din red kir. AYM’a ku derbarê esasê de tu biryar nedan, di 2’yê mijdarê de biryar da ku her du serlêdanan bike yek û têkildarî Yildirim di 24’ê adara 2022’yan ji Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê re nivîs nivîsî. Wezareta di 1’ê hezîranê de bersiva AYM’ê da îdiakir ku Yildirim tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Wezaretê bal kişand ser biryara dozger a li ser Yildirim û derbarê berdana wî de bersiva neyînî da.    SERLÊDANA ‘QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ’    Parêzer Ece li dijî bersiva neyînî ya wezaretê di 16’ê hezîranê de daxwaznameyeke din pêşkeşî AYM’ê kir. Ece, da zanîn ku Yildirim 3 sal in nayê dermankirin û sewqî Nexweşxaneya Çam û Sakûra ya Başakşehîrê ku 14’ê çileya 2021’an de biribûnê hatiye kirin, bijîşkan li vir jî gotine “xetereya jiyana wî dê hebe” emeliyat nekirine. Ece di daxwaznameya xwe de diyar kir ku muwekîlê wî Yildirim sê sal in di nav êş û janan de ye û rîska wî ya jiyanî heye û bal kişand ser xala 17’emîn a Makeqanûnê. Ece, bal kişand ku qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin.    18 KÎLO DAN   Di daxwaznameyê de hate diyar kirin ku wezaretê têkildarî emeliyata nehatiye kirin de tu parvekirin nekirine û niha Yildirim di çi rewşê de ye nehatiye lêkolînkirin. Di daxwaznameyê de têkildarî hevdîtina rû bi rû ya di 13’ê hezîranê de bi Yildirim re hatiye kirin jî agahî cih girtin û hate diyarkirin ku Yildirim ji ber nexweşiya xwe ya gastrîtê di nava 2 meh nîvan de ji 85 kîloyan ketiye 67 kîloyan.   MÛAMELEYA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ     Di daxwaznameyê de hate destnîşan kirin ku vîdeyên di platînê pişta Yildirim de bi pişta wî re diçin, ji ber vê yekê ji stendina bêhnê re zehmetiyê dikişine û hate diyar kirin ku di rêya mîzê ya Yildirim de enfeksiyon çêbûye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Yildirim bi Ergîn Aktaş ê her du desten wî ji zendên wî re hatine birîn re dimîne û şertên lê dimînin binpêkirina qedexeya “muameleya li dijî mirovahiyê ne”.    SERÎ LI SERDOZGERİYA KOMARÊ DAN   Ji bo taloqkirina înfaza Yildirim di 4’ê tîrmeha 2022’yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî hate dayîn. Di serlêdanê de qala rewşa Yildirim hate kirin.   BERNAMEYA NEXWEŞXANEYÊ NAYÊ SEPANDIN     Parêzer Ece têkildarî rewşa muwekîlê xwe ji ajansa me re axivî. Ece, bal kişand ku girtiyên nexweş di girtîgehan de hêj jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Muwekîlê min di girtîgehê de 3 sal in antîbiyotîkan bikartîne lê hêj jî aciziya wî berdewam dike.” Ece, da zanîn ku di girtîgeha ku muwekîlê wî lê tê ragirtin de nêzî 150 girtiyên nexweş hene lê 3 peywîrdarên revîrê tenê hene ku li van nexweşan binêrin û wiha berdewam kir: “Tevî van binpêkirinên mafan hemûyan muwekîlê min bi nexweşiyeke din jî dikeve. Ji ber gastrîta di mîdeyê wî de derketiye holê divê bernameya Nexweşxaneya Başakşehîrê ji bo diyetê daye bê sepandin.”   ‘BERPIRSYAR HÛN IN’    Ece, bi lêv kir ku muwekîlê wî 2 meh in nikare xwarinên êvarî bixwe û da zanîn ku muwekîlê wî beriya niha ji 85 kîloyan daketibû 67’an niha jî ketiye 60 kîloyan. Ece, diyar kir ku têkildarî vê rewşê bi midurê girtîgehê re axivîne, midur bal kişansiye ser bedela îaşeyê. Ece, bi lêv kir ku midurî daxwazên wî redkirine û hewldayê tiştên ku gotine berovajî bike û got: “Midur pirsa ‘ez biçim bi destê xwe xwarinê bidimê’ kir. Hem ji midur hem jî ji peywîrdarên girtîgehê re me got ‘tiştek bi serê wî were berpirsyar hûn in.’ Ji ber ku tevî rapora ATK’ê bi awayekî dijhiqûqî tê ragirtin. Bi tevgerîna vî awayî dê bibin sedemê mirina wî.”   MA / Mehmet Aslan