AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da 2022-07-07 14:23:28   ENQERE - AYM’ê têkildarî serlêdana Îbrhaîm Kanbal ê di Qetlîama Enqereyê de birîndar bûbû, ji bo ku “binpêkirina mafê jiyanê” ji holê bê rakirin biryara ji nû ve darizandinê da.    Îbrahîm Kanbal di qetlîama 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê de birîndar bûbû. Kanbal ji bo binpêkirina mafê jiyanê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê serlêdana Kanbal nirxand û girêda biryarê. AYM ji bo ku “binpêkirina mafê jiyanê” ji holê bê rakirin biryara ji nû ve darizandinê da.