Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin 2022-07-07 15:01:47 STENBOL - Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Stenbolê daxwaza edaletê kirin. Polîsan êrişî malbatan kir û wan kirin binçavan.   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di hefteya 16’emîn de li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê hatin cem hev. Malbatên girtiyên nexweş Cemîle Çîftçî, Kumrî Akgul û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Dayikên Aştiyê tev li nobedê bûn.    Malbatan xwest daxuyanî bidin. Polîsan bi hêceta qedexeya çalaki û şahiyan a Qeymeqamiya Kagithaneyê ve daxuyaniyê asteng kir. Parlamenter Zuleyha Gulum bertek nîşanî polîsan da û her roj destûra daxuyaniya tê dayîn lê tenê nahêlin malbatên girtiyan daxuyanî bidin. Malbatên girtiyan xwestin bimeşin lê polîsan ew asteng kirin.    MALBAT HATIN BINÇAVKIRIN    Malbatên girtiyan diyar kirin ku zarokên wan li hefsan terkî mirinê tên kirin. Polîsan êrişî malbatan kir û li Kumrî Akgul, Cemîle Çîftçî, Dayika Aştiyê Zeynep Calihan û kesek nav nehat hînbûn dan û kirin binçavan. Kêliya ku malbat hatin binçavkirin dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    GULUM: WÊ NIKARIBIN TIŞTÊN LI GIRTÎGEHAN BINIXIMÎNIN    Parlamenter Zuleyha Gulum bertek nîşanî polîsan da ku malbatan binçav kirin û destnîşan kir ku li vê holê niha polîs sepanên faşîst pêk tînin. Gulum da zanîn ku îktidar naxwaze tiştên li girtîgehan diqewimin were bihîstin û dê îktidar nikaribe ser tiştên li girtîgehan diqewimin biniximîne.