Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in 2022-07-08 09:02:56   STENBOL - Hevberdvekê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku îdiayên têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên nivîskarên di bin banê desthilatê de parçeyeke şerê taybet in û got: "Armanc wan ew e di atmosfereke xumam de hilbijartinê li dar bixin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di atmosfereke ku doza girtina partiyê tê lidarxistin, binçavkirin û girtin bênavber didomin de derbas dibe û di 3'yê Tîrmehê de bi beşdarbûna bi dehhezaran kesî Kongreya Mezin a 5'an li dar xist. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek sînerjiya di kongreyê de rû da û peyamên berbiçav ên kongreyê nirxandin.  HEQÎQETA CIVAKÎ   Çîçek diyar kir ku HDP bi kongreya xwe ya ku bi deh hezaran kes tev lê bûn careke din bersiva êrişên AKP û MHP'ê daye û di serî de gelê kurd û hemû derdorên bindest ên li hev kom bûne careke din heqîqeta civakî nîşan dane. Çîçek da zanîn kî gelên ji roja komar hatiye avakirina heya niha tune tên hesibandin û tên înkarkirin bi wêneyên di hêwana kongreyê de derketine holê jî peyama "Em rastiya herî heqîqî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê ne. Hûn ê nikaribin vê rastiyê înkar bikin, hûn ê têk biçin" dane.    PEYAMA 'EM Ê NEHÊLIN PARTÎ BÊ GIRTIN'   Çîçek destnîşan kir ku dê ew HDK piştî kongreya HDP'ê peywira xwe û hêza xwe aktuel bikin û got: "Bi deh hezaran kes got, 'Em ê nehêlin ev partî bê girtin. Hûn nikarin vê partiyê bigirin, em ê vê lîstikê pûç bikin. Zû yan dereng em ê van êrişên faşîst berteref bikin.' Peyama vîna xwe da der bi temamî ev bû."    RÊYA SÊYEM   Çîçek li ser peyamên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî sekinî û wiha axivî: "Peyamên wan pir girîng bûn û bi taybetî jî peyamên di warê çareserkirina meseleya kurdî de. Em tim dibêjin; li vî welatî helwesta ji bo meseleya kurdî, pîvanên û rêgezên demokratîk wekî kaxeza tûrnûsolê ne. Helwesta desthilatê û muxalefetê ya ji bo meseleya kurdî hişmendiya wê ya demokratîk dide der. Lewma peyama çareseriya demokratîk a ji bo çareserkirina meseleya kurdî di dirûşmeyên gel de dihat dîtin. Yanî hemû helwestên êrişkar û bêehlaqî yên provake careke din ev xwe da der: Fikra 'Rêya Sêyem' a HDK û HDP'ê. Paradîgmaya 'Rêya Sêyem' bû paradîgmayeke civakî. Ev fikir mutabaqateke civîkaî ya cidî çêkir."    WÊNEYÊ TIRKIYEYÊ   Çîçek bi lêv kir ku di kongreyê de gel peyameke bi vî rengî daye detshilat û muxalefetê û got: "Em li derveyî cîhana we ya fermî hin xwendinên din jî dikin." Çîçek destnîşan kir ku ew zemîna kongreyê a rast wêneyê meclisa damezrîner û pirrengî ya beriya komarê bi xwe bû û wiha got: "Dîmena ku HDP'ê ew derxist holê jî ev bixwe bû. Wêneyê di kongreyê de derket holê wêneyê Tirkiyeyê bû."     PÊWENDIYEKE CIVAKÎ BI OCALAN RE HAT DANÎN   Çîçek destnîşan kir ku li hêwana kongreyê bi hezaran kes xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketine û tecrîdê protesto kirine û wiha berdewam kir: "Helwesta ji bo Ocalan a bi hezaran kesan careke din nîşanî desthilatê, muxalefetê û derdorên dewletparêz da. Bi hezaran kes ev yek nîşan da: Ocalan heqîqetek e. Ocalan rêberê gelê kurd e, Ocalan rêberê rêxistinî yên demokrasîxwazin li welêt e. Gava mirov di vê çarçoveyê de lê mêze bike, li polîtîkaya tecrîdê, siyaseta desteserkirinê û siyaseta îşkenceyê mêze bike dê bibîne bê ka di navbera birêz Ocalan û gelan de pêwendiyeke çiqasî xurt, pêwendiyeke çi qasî bîrdozî hatiye danîn."   Çîçek diyar kir ku divê helwesta tecrîdê ya li ser Ocalan jî ji vê çerxa stewr derînin û got: "Ji aliyekî xwedî lê tê derketin, ji bo wî dirûşme tên berzkirin, lê li hemberî polîtîkaya tecrîdê bêdengiyek heye. Divê ji heq van helwestan bê derketin. Kongre nîşaneya hîn bêtir girêdana ji bo vê yekê ye."    Çîçek destnîşan kir ku muxalefeta navxweyî ya wekî maseya "6 nig" tê binavkirin jî meseleya kurdî wekî amûrekê bi kar tîne û HDP'ê di kongreyê de ji bo vê jî peyama "Em ê nehêlin" daye.    GUFTÛGO Û TÊKOŞÎN   Çîçek diyar kir ku HDP hem di warê muzakereya civakî hem jî di warê têkoşîna civakî de aqilekî çareseriyê ye û got: "7 partiyên siyasî yên di vê çarçoveyê de bi pêşengiya HDP'ê li hev kom bûne jî divê tenê wekî tifaqeke hilbijartinê neyê dîtin."    ÎDIAYÊN DESTHILATÊ   Çîçek bal kişand ser îdiayên nivîskar û derdorên nêzî desthilatê yên têkildarî hevdîtina bi Ocalan re û wiha axivî: "Ev îdia parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e. Armanc ew e di atmosfereke xumam de lidarxistina hilbijartinê ye. Lewre ev yek berê jî hatiye ceribandin lê encam negirtiye. Divê kes berbayî lîstikên AKP'ê nekeve. AKP'ê vî welatî veguherandiye rejîma kûmpasê."    ‘LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANEKE ŞOREŞGER HEYE'   Çîçek li ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Desteser bike, bê pêwendî bihêle, ji ber çavan dûr bixe... Sedema ku Girava Îmraliyê veguherandine cihekî nezan û nediyar, çêkirina zemîna lîstikên 'şerê taybet' e. Lê helwdanên bi vî rengî bêhûde ne. Abdulkadîr Selvî jî û yên din jî yên di bin banê desthilatdarê de hemû hewl didin di çaçroveya polîtîkaya tecrîdê û îşkenceyê de feraseta gelê kurd, hêzên demokrasiyê parçe bikin û mêjiyê wan tevlihev bikin. Lewma em dibêjin; ê herî zêde li hemberî polîtîkayên AKP'ê, polîtîkayên faşîzan li ber xwe dide Girava Îmraliyê ye. Li Îmraliyê li dijî polîtîkayên faşîst ên AKP'ê berxwedaneke şorşegerî heye. Lewma divê mirov Îmraliyê wekî navendeke berxwedanê bibîne."    CIVÎNA NATO'YÊ Û MESELEYA KURDÎ   Çîçek bilêv kir ku armanca AKP'ê ew e ku kurd di vê sedsalê de jî bêstatu bimînin û bal kişand ser civîna NATO'yê ya li Madrîdê. Çîçek destnîşan kir ku helwesta siyasî ya Tirkiyeyê ya li hemberî daxwazên Fînlandiya û Swêdê yên ji bo NATO'yê li ser vî esasî ne. Çîçek anî ziman ku bi salan e NATO û hêzên global hewl didin ku meseleya kurdî neyê çareserkirin û got: "Tirkiye jî destûr ji NATO'yê girtiye û êrişê dibe ser Ocalan û hêzên kurdan."    OCALAN LÎSTIKÊ XERA KIR   Çîçek destnîşan kir ku Ocalan li seranserê cîhanê lîstika hemû hêzên global xera kiriye û wiha got: "Sedema ku heyfê ji birêz Ocalan û tevgera azadiyê distînin û êrişên xwe zêde dikin, ji ber ku Ocalan û gelê kurd lîstika hêzên global xera kiriye. Wêneyê delegasyonên ji Ewropa û Rojhilata Navîn hatin kongreya HDP'ê vê yekê nîşan da."    Çîçek bilêv kir ku têkoşîna gelê kurd sînor derbas kirine û wiha domand: "Têkoşîna kurdan a ji bo statuya xwe veguherî têkoşîna bindestan, jinan, hemû nasnameyênt ên çewisandin û têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê. Sedema ku kurd li NATO'yê dibin mijara bazariyê ev e. Têkoşîan kurdan veguherî têkoşîneke enternasyonalîst. Gotinên delegasyonan ên di kongreya HDP'ê de ku gotin 'têkoşîna we bi ser bikeve em ê jî bi ser bikevin, têk biçe em ê jî têk biçin' awayê berbiçav ê vê yekê ye."    BERNAMEYA RÊXISTINBÛYÎNA CIVAKÎ   Çîçek destnîşan kir ku li hemberî desthilata AKP'ê herî zêde gelê kurd û derdorên bindest tên eciqandin û got, polîtîkaya Tifaqa Gel tenê bi kêrî desthilatê tê. Çîçek bilêv kir ku Tifaqa Gel û Tifaqa Cumhûrê ji ber ku siyaseteke derî berjewendiyên partiyî nakin Tirkiye her tim di ber di ber demokrasiyê re diçe.    Çîçek di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê em li ser esasên kongreyê hin armancan diyar bikin. HDP di heyama nû ya têkoşînê de divê formeke 'bernameya rêxistinbûyîna civakî' ya wekî deklerasyona ku belav kiribû çêbike. Muhafezekarên demokrat ku desthilata faşîst hîn jî wan dixapîne, elewiyên ku restorasyonkar hîn jî wekî hêza yêdek hewl dide wan di dest xwe de bihêle û hemû demokrat divê li ser esasên têkoşîna 'Rêya Sêyem' a HDP û HDK'ê bên birêxistinkirin. Yanî gava em tifaqeke ku qada wan teng dike birêxistin bikin hûn bê bibînin dê ev hêza her du pergalan deşîfre bibe."    MA / Ergîn Çaglar