Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe 2022-07-08 10:15:10   ENQERE - Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê Lloyd Russell Moyle bang li rayedarên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Êdî divê dev ji gotina terorê berdin û em êdî qala aştiyê bikin. Divê Ocalan azad bibe.”    Ji Rojhilata Navîn heta Ewropa û Efrîqaya Bakur gelek siyasetmedar û aktîvîst beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûn. Ji beşdarên ewropayê Parlamentera Partiya Kesk a Norwecê Bente Knagenhjelm, Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê Lloyd Russell Moyle û Sekreterê Giştî yê Unite the Union Tony Burke bi ajansa me re axivîn.    Parlamenter Bente Knagenhjelm got ku beşdariya wê ya kongreyê tecrûbeyeke pir girîng bû û wiha dom kir: “Coş û berxwedêriya girseya li eywanê ez mat kirim. Ez 4 sal berê jî hatibûm kongreyê. Ez wê demê jî gelek bibandor bûbûm. Ez têkoşîna kurdan bi heyraniyeke mezin dişopînim û dê ev heyranî heta dawiyê bidome. Hestên hevgirtin û piştevaniyê ya di kongreyê de tiştekî pir cuda bû. Ez ji bo Doza Kobanê û dirûşmên Demîrtaş gelek caran weke çavdêr hatim. Em negirtin eywanê û ev zext nayên qebûlkirin. Nêzikatiya hikûmeta tirk a li dijî Demîrtaş, Yuksekdag, Ocalan û gelek şervanên din ên azadiyê nayê qebûlkirin.”    ‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Bi domdarî Knagenhjelm gotina Ocalan a di 7’ê tebaxa 2019’an de ku digot; “Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin û di nava hefteyekî de rewşa şer ji holê rakin” bi bîr xist û wiha got: “Di çareserkirina pirsgirêka kurd de rola Ocalan sereke ye. Ocalan bi salan berê digot ku dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Lê destûr nedan û ev jî cihê xemgîniyê ye. Lewma jî ewqas êş û zext hene. Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin. Divê DMME di vê mijarê de bi înîsiyatîftir be. Divê ev deng bê bihîstin. Di demên berê de min li Norwecê bi parêzerên Ocalan re hevdîtin kir. Min ji axaftinan wisa fêm kir ku rewşa Ocalan rewşa Nelson Mandela tîne bîra mirov. Divê em dengê xwe bêhtir derxînin. Çi ji destê me tê, em dikin lê divê bêhtir bikin. Hewldanên CPT têr nakin û divê em bi sazî û dezgehên rêxistinên civaka sivîl re hevkariyê bikin. Ji ber ku pir vekiriye ku ev tecrîd, îşkence ye.”    ‘TEKANE RÊ AZADIYA OCALAN E’    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unite The Union a Ingilistanê û yek ji berdevkên “Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re” Tony Burke jî anî ziman ku peyamên di kongreyê de pir girîng bûn. Burke, diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Tiştên li dijî Ocalan tên kirin, êrişeke gemar a li dijî mafên mirovan e. Sendîkaya me û çendek sendîkayên din ji bo azadiya Ocalan kampanyayan didomînin. Em mitîngan li dar dixin, civînan dikin û di civînên giştî yên sendîkayan de vê mijarê tînin ziman. Da ku têxin rojeva sendîkayên hîn tev li înîsiyatîfê nebûne û Partiya Karkeran a Ingilistanê (LAbour Party). Divê ev xebat zêdetir bibin ji ber ku li welatekî mîna Tirkiyeyê azadiya Ocalan, tekane rêya çareseriyê ye.”   ‘OCALAN, MANDELAYÊ ROJHILATA NAVÎN E’    Di berdewamê de Burke bal kişand ser gotinên Ocalan ên derheqê pirsgirêka kurd de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Giranî û tecrûbeya Ocalan heye. Gel bo wî rêz digire û jê bawer e. Ji xwe sedema tirsa wan a ji Ocalan û tecrîdê jî ev e. Ocalan bi rastî jî Mandelayê Rojhilata Navîn e. Me çawa ku ji bo Mandela kampanya li dar xistin, divê em bo Ocalan jî bikin. Ev kampanya niha li Ewropayê mezin dibin û hêvîdarim li DYA’yê jî berfireh bibin û Ocalan azad bibe. Mezintirîn sendîkayên Ingilistan, Îrlanda, Skoçya û Gallerê beşdarî kampanyaya me bûne. Bi saya YE’yê em ê kampanyayê berfirehtir bikin. Erdogan ji aqil û hêza Ocalan ditirse. Erdogan naxwaze civak bibe yek ji ber ku heke bibin yek dê pirsgirêk çareser bibe.”   'HDP’Ê GOTINA XWE KIR’    Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê Lloyd Russell Moyle jî di kongreyê de şahidiya nûjeniyekê kirine û ev nirxandin kir: “Hem ji bo kurdan ku guherîn û aştiyê dixwazin û hem jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek girîng bû. Peyamên hevserokan gelek xurt bûn. Ji bo pêşerojeke baş a Tirkiyeyê xeteke sor xêz kirin. Ji bo vê jî divê girtiyên siyasî bên berdan, birêz Ocalan azad bibe û ji bo pêşerojeke baş a Tirkiyeya demokratîk bingeheke baş bê amadekirin. Her wiha ji bo karker, ciwan, civakên etnîkî û hwd. jî peyamên girîng hatin dayîn. Êdî niha dora partiyên din ên muxalefetê ne. Gelo dê bi HDP’ê re hevkariyê bikin an dê di paşdexistina Tirkiyeyê de israr bikin?”    'EM Ê NEHÊLIN TECRÎD BIDOME’    Moyle, bi domdarî anî ziman ku dê li Ingilistanê di nava du salan de hilbijartin çêbibe û wiha pê de çû: “Partiya Karkeran xwedî îdiaya serkeftinê ye. Heke em bi ser kevin dê bi tu awayî nehêlin tecrîda li ser Ocalan bidome. Di vê mijarê de helwesteke me ya hevpar heye. Heke Tirkiye di nedemokratîkbûn û otorîterbûnê de israr bike, em ê peymanên xwe yên bi wê re li ber çavan derbas bikin. Em ê di vê mijarê de tawîzan nedin. Bi taybet jî dê ambargoyê deynin ser bazirganiya çekan. Ji ber ku em baş pê dizanin ku ev çek bi armancên xelet tên bikaranîn.”    'DIVÊ EM QALA AŞTIYÊ BIKIN’    Herî dawî jî Moyle ev tişt anî ziman: “HDP ji gelek partiyên çep ên Ewropayê pêşdetir e. Me tenê piştgirî neda bernameya HDP’ê, her wiha em gelek tiştan ji wan hîn bûn. Hem Ingilistan û hem jî Ewropa gelek tiştan ji HDP’ê hîn dibe. Weke mînak; wekheviya zayendan, hevserokatî û hwd. Ev, li Ewropayê hêj rûneniştine. Lewma divê Partiya Karkeran, HDP û hemû partiyên çep ên Ewropayê bi hev re bixebitin û xwe bi hev re pêş bixin. Em pir micid nêzî pirsgirêka kurd dibin. Divê êdî di her serê saetê de qala terorê nekin û em êdî behsa aştiyê bikin. Di neçareserkirina vê pirsgirêkê de rola Ingilistanê pir mezin e. Me heman tişt li welatê xwe jiya. Weke mînak; li Îrlandayê teroreke mezin a dewletê hate kirin. Em li dijî vê têkoşiyan. Me karî bi muzakereyan dest bi pêvajoya aştiyê bikin. Niha li parlamentoyê partiyeke ku nûnertiya Îrlandayê dike heye. Bakurê Îrlandayê niha cihekî pir aram e. Anku heke mirov bixwaze dibe. Lewma em dikarin ji hev hîn bibin. HDP’ê pir bi aşkerayî nîşan da ku dikare pêşengtiya vê bike.”