Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an 2022-07-08 11:32:35   AMED - Xizmên Windakiriyan ku bi mebesta pirsîna aqûbeta xizmên xwe têdikoşin, dê çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 700’an de jî li dar bixin.    Polîtîkaya înkar, tunekirin, koçberkirin, girtin, îşkencekirin, pişaftin û windakirinê ya Komara Tirkiyeyê ya li dijî kurdan, ev sed sal in berdewam dike. Kevneşopiya dewletê ku li gel bi ser re dehan sal derbas bûne jî cihên gora Şêx Seîd, Seyîd Riza û pêşengên kurdan nîşan nade, piştî salên 1980’an jî bi rêbazên cînayetên kiryarnediyar û windakirina di bin çavan de domiya. Di salên 90’î de têkoşîna gelê kurd hîn mezintir bû û hejmara kesên di bin çavan de hatine windakirin jî gelek zêdetir bû. Amed, Şirnex û Êlih ji bajarên ku herî zêde kurd lê di bin çavan de hatine windakirin û cînayetên kiryarên wan nediyar lê hatine kirin in.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV); 2 hezar û 324 cînayetên kiryarnediyar hatine kirin û hezar û 251 kes jî winda ne. Li gorî daneyên nefermî jî 17 hezar cînayetên kiryarnediyar hatine kirin.    CÎNAYETÊN KIRYARDIYAR ÊN DI SERDEMA AKP’Ê DE   Li gorî rapora Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok ku di 17’ê gulana sala 2020’an de amade kiribû; ji sala 2002’yan ku AKP’ê bûbû desthilatdar heta sala 2017’an, 432 cînayetên kiryarnediyar hatin kirin. Ji 5’ê çileya 2020’an heta niha jî agahî ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku nayên girtin, di 11’ê çileya 2020’an de Şîmunî Dîrîl û Hurmuz Dîrîl li Elkê ya Şirnexê hatin revandin û bi mehan piştre cenazeyê Şîmunî Dîrîl a 65 salî hate dîtin û ji wê rojê ve jî tu agahî ji Hurmuz Dîrîl nayên girtin. Di 30’ê hezîranê de jî sînemager Suphî Orhan li Îzmîrê ji hêla kesên ji xwe re digotin endamên îstîxbaratê ne, hate îşkencekirin û gef lê hatin xwarin. 15 saet piştre jî hate berdan.    HEFTEYA 700’AN    Bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin û yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di 31’ê Çileya 2009’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya Amedê bi dirûşma “Bila Windakirî Bên Dîtin û Kujerên Wan Bên Darizandin” çalakî hate destpêkirin. Çalakî, dikeve hefteya 700’an.  Çalakî heta 20’ê tebaxa 2016’an berdewam kir û piştî hewldana darbeyê ya di 15’ê tîrmeha 2016’an jî bi sedema Rewşa Awarte (OHAL) ji hêla walîtiyê ve hate qedexekirin. Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe nêzî 100 hefteyan li avahiya ÎHD’a Amedê berdewam kirin û di 20’ê tîrmeha 2018’an de dîsa li Parka Koşuyoluyê hatin ba hev. Çalakî çendek hefteyan berdewam kir û di 1’ê îlona 2018’an de dîsa ji hêla walîtiyê ve bi hinceta “ewlehiyê” hate qedexekirin. Beriya hefteya 499’an û piştî wê, hem Parka Koşuyoluyê û hem jî Bîrdariya Mafê Jiyanê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û ketina wê derê hate qedexekirin. Rûniştina malbatan a li pêşiya komeleyê jî hate astengkirin û malbatan 54 hefteyan piştre karîn ji cihê girtî derkevin û li pêşiya komeleyê çalakî li dar xistin. Lê belê ji ber şewba Covîd-19’ê, êdî çalakiya xwe ji 13’ê adara 2020’an ve bi awayekî online domandin. Xizmên Windakiriyan 158 hefteyan piştre anku di 4’ê îlona 2021’an de dîsa çûn Parka Koşuyoluyê û çalakiya xwe ya hefteya 656’an li dar xistin.    Her çend ku cih, dem û şêweyê wê biguhere jî, Xizmên Windakiriyan her tim xwestin ku windakirî bên dîtin, aqûbeta wan were pirsîn, kujerên wan bên darizandin, sûcê “windakirina bi darê zorê” bikeve ber sûcê li dijî mirovahiyê û nekeve ber demborînê û Peymana Windakirina Di Bin Çavan de ya Neteweyên Yekbûyî were îmzekirin.    BERXWEDÊRÎ QÎRIYAN   Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn û ji Xizmên Windakiriyan Aynûr Ayşîn têkildarî çalakiya 700’emîn axivîn.    Abdullah Zeytîn, da zanîn ku dewletê ji salên 90’î heta niha hewl da pirsgirêka kurd bi darê zorê çareser bike û wiha domand: “Ji bo vê jî hêzên paramîlîter ava kirin û van kesan hevjîn, zarok û xizmên mirovan winda kirin. Ji wê rojê heta niha jî em lêgerîna xwe ya edaletê li ser bingeha polîtîk û hiqûqî dimeşînin. Tevî hemû zehmetiyan jî, bi saya piştevaniyeke mezin û têkoşîna malbatan, ev têkoşîn heta roja me hat. Tevî hemû serdemên dijwar jî malbatan têkoşîna xwe bi aştiyane domandin. Wekî hemû derdoran, di dema OHAL’ê de Xizmên Windakiriyan jî ji neçarî ji qadê dûr ketin. Lewma çalakiya xwe li Şaxa ÎHD’ê domandin. Li welat OHAL hatiye rakirin lê bi awayekî fiîlî didome.”    DAXWAZA EDALETÊ YA MALBATAN   Bi domdarî Zeytûn anî ziman ku di pêvajoya ber bi hefteya 700’an de divê hem ji kujeran hesab were pirsîn û hem jî dewlet bi polîtîkaya xwe ya kiryarnediyar hevrû bibe. Di berdewamê de Zeytûn wiha got: “Divê pirsgirêka kurd di çarçoveya perspektîfa edaletê de çareser bike. Lewma jî Xizmên Windakirya têkoşîneke ku hem hiqûq û hem jî edaletê di nava xwe de dihewîne didin. Di serdema demokratîkbûnên qismî de Xizmên Windakiriyan hevdîtinên di asta serokwezîr û serokkomar de kirin. Di van hevdîtinan de ji bo diyarkirina aqûbeta windakiriyan, hesabpirsîna ji faîlan û hevrûbûnê soz hatin dayîn. Lê piştî polîtîkaya şer jî ev soz hatin jibîrkirin. Çalakiya Xizmên Windakiriyan, hafizeyeke kolektîf a 30 salî ava kir. Bi têkoşîna xwe, daxwaza edaletê zindî hiştin. Daxwaza me ew e ku di hefteya 700’an de hemû kes piştevaniyê bi vê têkoşînê re bike.”    EV 700 HEFTE NE TEV LI ÇALAKIYÊ DIBE    Ji Xizmên Windakiriyan Aynûr Ayşîn ku keça Mehmetcan Ayşînê hatiye windakirin e, ji 31’ê çileya 2009’an heta niha bênavber tev li çalakiyê bû. Ayşîn, ev 28 sal in aqûbeta bavê xwe dipirse. Bavê wê di 5’ê gulana 1994’an de li gundê Kiliç ê Lice ya Amedê hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Têkildarî mijarê Ayşîn wiha dibêje: “Ev 700 hefte ne ez tev li çalakiyê dibim. Di sibeha her şemiyê de em wêneyên xizmên xwe û pankartan li parkê rûdinin. Bavê min 28 sal berê hate windakirin. Ji me re nabêjin bê ka çi pê bû û bi ku de birin. Lewma ev 700 heftene em li Koşuyoluyê rûdinin û aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Heta ku em bijîn jî dê çalakiya xwe bidomînin. Heke em bimrin jî dê zarok û neviyên me li vir rûnin û aqûbeta windakiriyan bipirin.”   ‘EM DIXWAZIN CIHÊN WINDAKIRIYÊN XWE BIZANIN’    Herî dawî jî Ayşîn ev tişt anî ziman: “Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Heke hewce bike em ê her roj li vir rûnin. Daxwaza me ew e ku di hefteya 700’an de hemû kes tev li têkoşîna me bibe û dengê xwe li dengê me zêde bikin. Divê hemû kes piştgiriyê bide me da ku em cihê windakiriyên xwe bizanin.”    MA / Mujdat Can