Li çoltera Şaxê şer dijwar bû 2022-07-08 12:30:46   WAN - Hat destnîşankirin ku şerê li çoltera Şax û Payîzavayê dijwar dibe û hejmara leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane zêde bûye.    Şerê di navbera artêşa tirk û gerîlayên HPG'ê yên li çolterên Navçeyên Payîzava û Şaxê yên Wanê berdewam dike. Hat zanîn ku şer li zozanên Takun û Tirşinê û li herêmên Silîlan derketiye. Hat destnîşankirin ku di şerê derketî de hejmara leşkerên ku hatine kuştin ji 10’an derbas kiriye û 2 jê giran bi giştî 6 leşker jî birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku leşkerên di van pevçûnan de birîndar bûne rakirine Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Nexweşxaneya Zanîngeha Sedsalê (YYU) ya Wanê. Di heman demê de leşkerên hatine kuştin jî ber bi bajarên wan ve hatine şandin.    Li gorî agahiyan, di encama şerê li herêmê de 3 endamên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Malbat, ji bo ku cenazeyên zarokên xwe yên li Saziya Tipa Edlî ya Wanê tên ragirtin wergirin, serî li dozgeriyê dan. Hat zanîn ku kar û barên radestkirina cenazeyan taloqî piştî cejnê hatine kirin.