Li Êlihê heqê rê hat biharkirin 2022-07-08 13:55:21   ÊLIH - Li Êlihê heqê rêya nav bajêr lîreyek hat biharkirin.    Li Êlihê heqê rê ya nav bajêr hat biharkirin. Li gorî daxuyaniya ji Odeya Şofêran û Otomobîlvanan a Êlihê hat dayîn, ji ber lêçûyîn zêde bûne heqê rê hatiye zemkirin. Bi vî awayî heqê rê ku heta niha 3 lîre bû derket 5 lîreyan. Heqê rê yê xendekaran jî ji 3 lîreyan derket 4 lîreyan.