Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-07-08 14:03:47   STENBOL - Girtiyê nexweş Fesîh Coşkun ku cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn, 30 sal piştre ji girtîgehê derket.    Girtiyê nexweş Fesîh Coşkun di meha hezîrana sala 1992’yan de li Melezgir a Mûşê hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Coşkun ku di 37 saliya xwe de ketibû girtîgehê, di 67 saliya xwe de derket. Coşkun, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, cezayê wî yê muebbeta giran ku ji hêla Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hatibû dayîn 37 sal piştre xelas bû. Coşkun, herî dawî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatibû kirin û li wir hate berdan.    Malbat û xizmên Coşkun li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin û ber bi Melezgirê ve ketin rê.