Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan 2022-07-08 16:00:27   AMED - Malbatên kesên di têkoşîna azadiyê ya kurd de jiyana xwe ji dest dane xwestin bi wesîleya Cejna Qurbanê biçin serdana goristanan. Lê leşkeran pêşî li malbatan girt û bi hinceta qedexeya Walîtiya Amedê destûr neda ku malbat bikevin goristanan.    Bi minasebeta Cejna Qurbanê îro li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana goristanan hate kirin. Di çarçoveya serdanan de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) çûn serdana goristanên Çemê Elîkan û Sîsê yên Liceyê û Goristana Pirîjmanê ya navçeya Pîranê.   Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê, TUAY-DER,  rêxistinên HDP’ê yên Peyas, Farqîn, Çermûg, Hezro, Bismil û Çinarê û gelek welatiyan xwestin biçin serdana Goristana Sîsê ya Liceyê. Lê goristan ji hêla leşkeran ve hate dorpêçkirin û leşkeran nehiştin girse bikeve goristanê. Li hemberî vê astengkirinê, girseyê li pêşiya goristanê daxuyanî da.    ‘EM Ê LI PEY DOZA ZAROKÊN XWE BIN’   Hevseroka MEBYA-DER’ê Meryem Soylu di daxuyaniyê de ji ewil cejna hemû kesî pîroz kir û wiha got: “Em cejna hemû şehîdên azadiyê pîroz dikin. Malbatan xwest biçin serdana gorên zarokên xwe lê hatin astengkirin. Nehiştin ku malbat bo zarokên xwe duayan bikin û bi wan re biaxivin. Hovîtiyeke wiha li tu devera cîhanê nîne. Em vê zilmê qebûl nakin. Lê çi dikin bila bikin, nikarin vîna gel bişikînin. Em ê heta dawiyê li pey doza zarokên xwe bin.”    Pişt re jî hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan axivî. Ceylan bi lêv kir ku di hemû olan de mafê serdana goristanê ya her kesî heye û wiha pê de çû: “Lê mixabin em îro dibînin ku nahêlin malbat fethekî jî bixwînin. Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin. Em ê heta dawiyê bi malbatên xwe re bin.”   ÇEMÊ ELÎKAN   Her wiha rêxistinên HDP’ê yên Amed, Lice, Pasûr, Xanî, Pasûr û endamên TUAY-DER  û MEBYA-DER'ê çûn serdana Goristana Çemê Êlikan a Lice ya Amedê. Girse li navenda navçeyê kom bû û ber bi goristanê ve ketin rê. Lê di rê de leşkeran pêşî li girseyê girt û bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê, destûr nedan ku girse bikeve goristanê. Li ser vê yekê girseyê jî ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt û dua xwend. Girse bi dirûşma “Şehîd namirin” vegeriya.    ÇÛN SERDANA GORISTANA PIRÎJMANÊ   Her wiha DBP’a Amedê, parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag û rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Yenîşehîr, Rêzan, Pîran, Gêl, Erxenî û Şankuşê jî xwestin biçin serdana Goristana Pirîşman a Pîranê. Lê belê girse ji hêla leşkeran ve hate astengkirin. Li ser vê yekê jî girseyê li ser rêya Pîranê daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag bertek nîşanî astengkirinê da û ev tişt anî ziman: “Malbatên şehîdan her sal beriya cejnê diçin serdana goristanên şehîdan. Lê her carê bi heman hincetan qedexe dikin. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin. Di salên 1993’yê de nêzî 33 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û di gora komî ya li Pîranê hatin veşartin. Em di sala 2022’yan de ne lê ev êriş hêj jî berdewam in. Lê çi dikin bila bikin dê nekarin nirxên me bi me bidin jibîrkirin.”   ‘PARÇAYEKE POLÎTÎKAYA ŞER Û TECRÎDE YE’   Parlamenter Dêrsim Dag jî astengkirina heyî weke dijminatî pênase kir û wiha qedand: “Lê tu êriş, gef û astengkirin nikarin nirxên me bi me bidin jibîrkirin. Em ê xwedî li nasname, ol, çand û goristanên xwe jî derkevin. Em vê zîhniyetê şermezar dikin. Ev zîhniyet ne zîhniyeta niha e. Hîn cihê gora Şêx Seîd jî diyar nîne. Kesên ku dixwazin bi êrişên qirêj ên weke çekên kîmyewî kurdan tune bikin, bila baş bizanin ku dê dawiya wan mîna dawiya Sedam be. Xwestin me tune bikin lê ew bi xwe têk çûn. Yên ku ev sedsal in bi ser neketin, dê îro jî bi ser nekevin. Êrişa îro ya li ser goristanan, parçeyeke polîtîkaya şer û tecrîdê ye. Navnîşana çareserkirina vê pirsgirêkê û dawîkirina şer, Îmrali ye.”