Li Amedê gor hatin ziyaretkirin 2022-07-08 19:08:03   AMED - MEBYA-DER'ê bi boneya Cejna Qurbanê li Amedê çû ser goran.   Li Amedê bi boneya Cejna Qurbanê bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana goran hat kirin. DBP û HDP a bajêr, endam û rêvebirên TÛAY-DER û MEBYA-DERê li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê çûn ser goran.    Di dema serdana goran de polîsan goristan dorpêç kir, lê girse bêyî guh bide dorpêça polîsan çû ser goran.    Piştî serdanê li ber deriyê goristanê dua hatin kirin. Girse piiştî duakirinê belav bû.