Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan 2022-07-09 15:40:22   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di hefteya 537’an a çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Erîk.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Di hefteya 537’an de komîsyonê çalakiya xwe li pêşiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Erîk ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L a Maltepeyê tê ragirtin.    Parastvanên mafan û xizmên girtiyan beşdarî çalakiyê bûn û pankartên “Rûniştina F a 537’an. Bila girtiyê nexweş Necdet Erîk were berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatibûn vekirin. Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîz Şahîn ve hate xwendin.   GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN   Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehan zêdetir dibin û wiha pê de çû: “Girtî nayên tedawîkirin û dermanên wan nayên dayîn. Her wiha bi darê zorê kelemçeyê têxin destên wan û wisa derman dikin. Cezayên hucreyê li girtiyên nexweş tên birîn û rastî sepanên dermirovî tên. Kesekê ku dest û lingên wî hatine birîn û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, bi hinceta ‘dê bireve’ dîsa xistin girtîgehê.”    DEMA DIHAT DERMANKIRIN BINÇAV KIRIN   Di vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Erîk ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L a Maltepeyê tê ragirtin. Şahîn, da zanîn ku Erîk mehek û nîv berê ketibû ceyranê û wiha got: “Di encamê de jî bi giranî birîndar bû û tevahiya laşê wî şewitî. Ji ewil birin Rihayê, piştre derbasî Amedê kirin û herî dawî jî birin Stenbolê. Lê tevî hemû hewldanan jî her du destên Erîk hatin birîn. Dema li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê a Lutfî Kirdar a Stenbolê dihat dermankirin, di 29’ê hezîranê de hate binçavkirin û bi îdiaya ‘gumana revê’ hate girtin.    Ev bi roja ye li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L a Maltepeyê bi mirinê re rû bi rû ye. Girtiyekî li qawîşa wî bi dilxwazî lê dinihêre. Divê Erîk di zûtirin demê de sewqî nexweşxaneyê were kirin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêweregê şevê din biryar da û got ku Erîk dikare di Girtîgeha Tîpa R de bimîne. Mirov bo rewşa Erîk çi bibêje jî kêm dimîne.”