Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin 2022-07-09 21:26:00   EDENE- Girtiyên li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê diyar kirin ku piştî 14’ê Tîrmehê wê li dijî îşkence û pêkanînên qirkirinê dest bi greva birçîbûnê bikin.   Girtiyên li Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa F'yê diyar kirin ku ew ê li dijî tecrîd û îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê bikin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe têkildarî çalakiyê agahî dan. Girtiyan bal kişand ser berdewamiya tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   Li ser navê hemû girtiyên siyasî daxuyayaniyek hate parvekirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û zext û polîtîkayên dijwar ên li girtîgehan li ser me tên meşandin, êdî veguherine tasfiyekirina me ya fîzîkî. Em êdî vê qebûl nakin. Em dibêjin bila mirinek bi rûmet be, lê em vê bêrûmetiyê qebûl nakin. Ji ber vê yekê em ê piştî 14’ê Tîrmehê dest bi greva birçîbûnê bikin. Çalakiya me wê 5 rojan bi awayekî dorveger bidome. Eger polîtîkayên zext û zorê yên li ser me bi dawî nebin û daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Em vê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a 5 rojan weke hişyariyekê ji bo rêveberiya girtîgehê didin destpêkirin.”