Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin 2022-07-09 22:16:16       NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk gundê Perexê yê Derkarê bombebaran kirin. Di bombebaranê de bi dehan sewal mirin.   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, balafirên şer ên dewleta tirk danê êvarî gundê Perexê yê bajaroka Derkarê yê Zaxo bombebaran kirine. Hat hînbûn ku di bombebaranê de ziyan gihîştiye sewal û malên li gund. Ji ber bombebaranê bi dehan mih mirine.