Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin 2022-07-10 09:00:47 STENBOL - Parêzer Jiyan Tosûn bertek nîşanî rapora ATK'ê da ku ji bo girtiya nexweş Fatma Tokmakê gotiye "dikare di girtîgehê de bimîne" û wiha got: "Divê saziya ATK'ê bê fesixkirin."    Girtiya nexweş Fatma Tokmak ku di sala 1996'an de li Kocaeliyê hatiye binçavkirin û piştî îşkenceyeke 20 rojan tevî kurê xwe yê 2 sal û nîvî hatiye girtin, li girtîgehê nexweşîna dil, şekir û nefesê lê peyda bûye. Girtiya nexweş Tokmak ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan.   Parêzerên Tokmak ji bo berdana wê heya niha gelek caran serî li ATK'ê dane lê tu encam ji serîlêdanên ji bo berdanê bi dest nexistine. Serlêdana herî dawî di sala 2020’an de, di pêvajoya pandemiyê de hatiye kirin. Piştî serlêdanê bi 2 salan Tokmak di 20 û 30'yê gulana 2022’an de du caran birin ATK’ê. ATK'ê di 13'ê hezîranê de dîsa rapora "dikare di girtîgehê de bi tena serê xwe bijî" daye Tokmak.   Parêzera Tokmak, Jiyan Tosûn ragihand ku piştî rapora ATK'ê herî dawî di 4'ê hezîranê de hevdîtin bi Tokmak re kiriye û got her diçe tenduristiya Tokmak xirabtir dibe. Tosûn bibîr xist ku ATK rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dide girtiyên ji sedî 98 astengdar jî û got, lewma rapora ku dane Tokmak ew mat nekirine.    BIRYARÊN DMME'YÊ ESAS NEHATINE GIRTIN   Tosûn, bibîr xist ku bijîşkên serbixwe di sala 2014'an de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dane Tokmak û got, dema daxwaza sewqkirina Tokmak kirine xwestine bi taybetî li ser vê xalê bê sekinandin.    Tosûn, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryarên xwe yên berê de diyar kiribû ku divê raporên serbixwe jî esas bên girtin, tenê esasgirtina raporên saziya pêzaniyê ya fermî ATK'ê dê bibe cihê binpêkirina mafan. Û ji ber vê yekê me doza berdana Fatmayê kiribû. Daxwaza me ya ji bo berdanê wê demê jî hatibû redkirin û li dijî vê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû, lê daxwaza me dîsa hatibû redkirin. Niha me serî li DMME’yê daye, em li benda biryara wir in."    LI GOR DESTHILATÊ HEREKET DIKE   Bi domdarî Tosûnê destnîşan kir ku ATK saziyeke ku guh li mafên girtiyên nexweş nake bi vî awayî bertek nîşan da: "ATK tenê mîsyona ku desthilatê lê bar kiriye pêk tîne." Tosûnê biryarên ATK’ê yên der barê siyasetmedar Aysel Tûglûk a di Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F'yê de jî bibîr xistin û wiha got: “Çendî gelek nexweşxaneyan diyar kir ku Tûglûk nikare bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne jî, lê ATK’ê dubare dubare rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne' dide. Her wiha niha heman biryarê ji bo gelek girtiyên nexweş ên din jî dide."   'DIVÊ ATK BÊ FESIXKIRIN'   Di berdewamê de Tosûn diyar kir ku divê ATK êdî di warê civakî de bê nîqaşkirin û tew divê ji holê bê rakirin. Tosûn, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi awayekî divê bê fesixkirin. Em behsa saziyeke wiha dikin ku raporên bijîjkên serbixwe esas nagire, raporên nexweşan ên ji aliyê bijîşkên wan ve hatine amadekirin esas nagire. A rast saziyeke ku cezayan pesend dike bi xwe ye. Ev yek divê têkeve ber lêpirsînê."    LI BENDA MIRINA WAN E   Tosun bibîr xist ku di taloqkirina înfazan de jî raporên ATK'êesas tên girtin û got, jixwe raporên erênî yên ATK'ê pir kêm in. Tosûn destnîşan kir ku tenê dema mirina girtiyan nêz dibe ATK carinan raporên erênî dide û di dawiyê de wiha axivî: "Anku li holê saziyeke ku divê têkeve ber lêpirsînê heye. Tişta em ji bo Fatmayê bikin jî ev e. ATK û ev pergala înfazê bi temamî divê têkeve ber lêpirsînê."