Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin 2022-07-10 09:18:47 HATAY - Li Girtîgeha Îskenderûnê 22 girtî li dijî bicihkirina kamereyan derketibûn û ji bo her girtiyekî cezayê salekê yê girtîgehê hatibû birîn. Biryara bihincet a cezayê li girtîgehan hatiye birîn hat ragihandin.   Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê rêveberiya girtîgehê xwest li qawîşan kamerayan bi cih bike. Girtiyên ku li dijî vê sepanê derketin hatin derbkirin û derheqê 22 girtiyan de bi îdiaya “ziyan gihandine malê cemaweriyê” doz hate vekirin. Di encama dozê de ji bo her girtiyekî salek cezayê hefsê hat birîn. Biryara bihincet a cezayê hefsê hate ragihandin. Di 13’ê mijdara 2015’an de li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê bi îdiaya ku kamerayên li qawîşan şikandiye, girtî rastî tundiya gardiyanan hatin û hatin derbkirin. Her wiha derheqê girtiyên bi navên Abdulazîz Îbrahîm, Abdulkadîr Atici, Abdulkadîr Sert, Cahît Baybarîz, Emrûllah Abay, Ferhat Demîrbaş, Habîl Emen, Hamza Ungur, Huseyîn Aydin, Îsmaîl Genç, Mehmet Serhat Polatsoy, Mehmet Şafak Elçîçek, Mûstafa Turkoglû, Ozgur Ozçelîk, Rahmettûllah Kaplan, Ramazan Aras, Ridvan Orak, Sînan Tutmaz, Suleyman Benzer, Taner Sala, Vedat Çelîk û Yûsûf Başaran de bi îdiayên “serîhildana girtiyan” û “ziyan gihandine malê cemaweriyê” doz hatibû vekirin û danişîna biryarê di 26’ê hezîranê de hate dîtin.    Dadgehê, bi îdiaya “ziyan dane malê cemaweriyê” ji bo her girtiyekî salek cezayê hefsê da. Dadger, di biryara cezayê hefsê de serî li rêya taloqkirina ceza jî neda.    Di biryara bihincet a dadgehê de îdia kir ku girtiyan bi awayekî plankirî “ziyan gihandiye malê cemaweriyê.” Her wiha dadgehê diyar kir ku girtiyan ji bo xwe ji ceza xelas bikin parastin kirine lewma jî ev parastin hatiye redkirin û biryara cezakirinê hatiye dayîn.   Her wiha dadgehê da zanîn ku ji bo serîhildana girtiyan delîlên şênber tune ne û ji bo vî sûcî jî biryara beraetê da.