Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e 2022-07-10 10:46:07   DÊRSIM - Sekreterê ÎKK’ê yê Dêrsimê Ugur Beycan da zanîn ku li navçeya Îlîçê cihê ku siyanûr ji ber diavêje alale hatine çandin û wiha got: “Dema em ji hêla tenduristiya civakê, hawirdor û xwezayê ve lê dinihêrin, em dikarin bibêjin xebatên ku rê li ber karesatan vekin tên kirin.”    Bi şirîkatiya kargeha SSR Mînîng a kanadayî û Koma Çalikê ve li gundê Çopler ê navçeya Îlîç a Erzînganê madenê zêr hate vekirin. Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) jî ji bo vê xebatê rapora erênî da û kargehên navborî ev nêzî 14 sal in bênavber xebatên xwe didomînin. Kargehê devereke berfireh a navçeyê kolandiye û şantiyeyên wê hene. Di salên 2019 û 2021'an de du caran raporên erênî yên ÇED’ê hilgirtin û bi vê yekê re kapasîteya xwe berfirehtir kir û derxist hezar û 746 hektaran. Kargeha navborî herî dawî jî kapasîteya xwe zêdetir kir û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê rapora erênî ya ÇED’ê dabû. Yekitiya Odeyên Maden û Endezyaran a Tirk (TMMOB) di sala 2020’an de ji bo betalkirina biryarê serlêdan kiribû lê encamek jê derneket. Piştî agahiyên beravêtina siyanurê, TMMOB’ê li herêmê lêkolîn kirin.    Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Dêrsimê (ÎKK) Ugur Beycan ku di nava şandeya TMMOB’ê de bû, têkildarî lêkolînên li herêmê kirine û xebatên madenê bi ajansa me re axivî.    Beycan da zanîn ku ji bo betalkirina biryara “rapora erênî ya ÇED’ê” di sala 2020’an de serlêdan kiribûn û wiha got: “Li ser vê serlêdanê jî em çûn herêmê. Me çavdêriyên xwe li cihekî wisa kirin ku hawîza avêtiyan û berfirehiya kapasîteyê bibînin. Ji ber mezinkirina hawîza depokirina avêtiyan, me dît ku li ser hawîzê qedemeyeke din heye. Îxtîmalekî mezin beriya dayîna rapora ÇED’ê ev amadekarî hatiye kirin. Jeotekstîl hatine raxistin û tijekirin. Qedemeyeke duyemîn heye. Bi vê yekê re weke mînak; heke kapasîteya hawîza tijekirinê milyonek megapond be, ev derxistine du milyon megapondan.”    BERAVÊTINA SYANÛRÊ BI ALALEYAN DINIXÛMÎNIN   Bi domdarî Beycan anî ziman ku li qada ku xebatên madenvaniyê tên kirin û beravêtina siyanûrê lê heye alale hatine çandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanc ew e ku bibêjin; ‘li vir siyanurê beravêtiye lê gul û giha lê şîn dibe.’ Ji ber ku bi solusyon bi madena zêr re ber diavêje, yên xebatên madenvaniyê dikin jî li şûna ku wê solusyonê ji axê cuda bikin, dixwazin wê bigirin.”    XETÊN ŞIKESTÎ LI VIR DIGIHIN HEV   Di berdewamê de Beycan diyar kir ku li herêma ku solusyona bi siyanur lê diherike, Xeta Şikestî ya Bakurê Anatoliyayê ku weke duyemîn xeta şikestî ya kujer tê pênasekirin lê heye û wiha pê de çû: “Tenê 5 km’an dûrî xetekê madenê ye. Ev qada madenê ji hêla jeolojiyê ve jî cihekî xetere ye. Li herêmê her wiha Xeta Şikestî ya Yedîsu heye ku her 240-260 salan carekî enerjiya xwe vala dike. Kêmek ma ye ku xeta li Yedîsuyê bişikê. Anku mezintirîn xetên şikestî yên Tirkiyeyê li vir digihin hev.”    ZAROK AN MIRÎ AN JÎ ASTENGDAR JI DAYK DIBIN    Beycan, got ku madenvaniya li Îlîçê weke “madenvaniya mêtingeriyê” tê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Lewma bi mewzûatên navneteweyî nakin. Li dijî rewşa heyî bertekeke mezin heye. Mêrg tune dibin. Li gorî agahiyên ber destê me; zarok an mirî yan jî astengdar ji dayik dibin. Divê ev agahî bên piştrastkirin. Ji ber ku siyanur rewşeke gelek giran e. Paqijkirina wê axê gelek zehmet e. Li pişt hawîzê dolek heye ku îxtîmalekî mezin kaniyek li wir heye. Heke ew siyanura li wir ji ber diavêje tevî vê avê bibe, dê ji herêma Firatê heta Kendava Basrayê hemû dever jê bandor bibin. Dema em ji hêla tenduristiya civakê, hawirdor û xwezayê ve lê dinihêrin, xebatên wisa ne ku rê li ber karesatê vedike.    Divê ev xebat demildest bên sekinandin. Pêvajoya hiqûqî ya TMMOB’ê jî dê bidome. Ji bo Îlîçê bertek çêbûn lê divê hemû rêxistinên civaka sivîl tev li van bertekan bibin. Dibe ku bi vê rêbazê encamek were bidestxistin. Divê ev qada madenê di zûtirin demê de were girtin û ev qad bê rehabîlîtekirin.”    MA / Mujdat Can