Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye 2022-07-10 11:15:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Eyûp Barzanî diyar kir ku PDK’ê teslîmî Tirkiyeyê bûye û wiha got: “Aboriya Herêma Federal a Kurdistanê ketiye bin kontrola dewleta tirk.”    Siyasetmedarê kurd û nivîskar Eyûp Barzanî derheqê polîtîkayên xelet ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û krîza aborî ya li Herêma Federal a Kurdistanê de axivî. Barzanî, ji Medya Haberê pirsên Rojnameger Fehîm Işik bersivandin.    Eyûp Barzanî anî ziman ku krîzên ji ber rêveberiya başûrê Kurdistanê rû dane di nava civakê de bûne sedema nearamî û aciziyeke mezin û wiha got: “Hêj jî mûçe nehatine dayîn. Yan dereng didin an jî kêm didin. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Ya duyemîn jî pirsgirêka xizaniyê ye ku pirsgirêkeke cidî ye. Xelkê feqîr û bêçare zehmetiyên mezin dikişînin. Lê çîna dewlemend jî her ku diçe dewlemendtir dibe. Ev dewlemendî bandorê li xizanan nake.”   BANDORA ARTÊŞA TIRK LI BAŞÛR ZÊDE DIBE   Bi domdarî Barzanî diyar kir ku yek ji sedemên bêaramî û aciziya civakê zêdebûna hebûna artêşa tirk a li Başûr e û wiha domand: “Weke hûn jî dibînin, operasyonên artêşa tirk zêde dibin. Bi pêş ve diçin. Bombeyan li gundan, çiya û gelek deveran dibarîne; bombebaran zêde dibe. Li gelek deveran nekarî pêşve biçe. Lê niha pêşve diçe. Hebûn û bandora artêşa tirk li Başûr zêde dibe.”   ‘LI SER NELIRÊTIYA MALBATA BARZANÎ TÊ AXAFTIN’   Di berdewamê de Barzanî da zanîn ku gel êdî nelirêtiyên malbata Barzanî di navbera xwe de diaxive û wiha pê de çû: “Bi taybetî rola rêveberên payebilind a di nelirêtiyê de tê axaftin. Zêdebûna hesabên wan ên li bankayan, kirîna malên nû, qezenca bi neheqî, destguhertina eraziyan, pereyên li Ewropayê. Anku nelirêtiyeke mezin heye. Li her derê belav bûye, li her derê tê axaftin."   ‘REXNEYÊN EDHEM BARZANÎ TEVEK JÎ RAST IN’   Têkildarî rewşa Edhem Barzanî ku dixwest bi wesîleya Cejna Qurbanê ji Rojhilat vegere Başûr lê hat astengkirin jî Eyûp Barzanî ev nirxandin kir: “Beşeke xelkê ji vê krîza heyî aciz, niha girtî ye. Edhem jî Edhem jî mîna gelek kesan ev rewş rexne kir. Dikarim bibêjim ku hemû rexneyên wî rast in. Rexne li nelirêtiyê kir, rexne li hatin û operasyonên artêşa tirk kir. Ti kurdekî xwedî rûmet û şeref ji vê rewşê razî nîne. Anku dagirker wê bêne ser welatê we û hûn ê jî piştgiriyê bidin wan. Ji ber vê yekê Edhem helwesteke tund nîşan da."   ‘RÊVEBERIYA BAŞÛR QANÛNÊN DÎWANXANEYAN DERBAS KIRIN’   Siyatmedar Barzanî bal kişand ser aciziya rêveberiya Başûr a ji rexneyan û wiha derbirî: “Ji xwe re nekirine fêhlek ku li rexneyên gel guhdarî bikin. Qanûnên Dîwanxaneyê derbas dibin. Li Dîwanxaneyê axa biryara li ser her tiştî bi xwe dide. Mafê kesî nîne ku ji axa re bibêje 'Axa bisekine, ev şaş e'. Bi ti awayî ev mafê gel nîne. Li vir dema ku yek li ber neheqiyê radibe hingî li nava rêveberiyê nayê qebûlkirin. Lewma me dît ku astengî danîn pêşiya Edhem. Rêbazên mîna dûrxistina mirovan û birîna mûçeyan ji bo şikandina kesayetiya mirovan e."   ‘PDK TU DENGEKÎ DIJBER QEBÛL NAKE’   Barzanî destnîşan kir ku Edhem Barzanî serê xwe li ber tiştekî jê bawer nake netewandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aciziya xwe bi rengekî aşkere anî ziman. Siyasetmedar Cewher Namik li nava PDK'ê kesayetekî naskirî bû. Di sala 1996'an de li ber wê yekê rabû ku leşkerên Sedam bi topan ketin Hewlêrê. Ji serokê partiyê re got, 'Heke hûn vê bikin ez ê îstifa bikim û li nava partiyê nemînim'. Piştre di nav de nema. Anku Cewher Namik ji partiyê îstifa kir. Mebesta min ew e ku ev rêxistinî ti dengekî dijber ê ku li ber radibe qebûl nake. Anku gotinên axa nabe ku bêne redkirin."   TIRK BÛNE AXAYÊN BAŞÛR   Têkildarî têkiliya di navbera PDK û dewleta tirk de jî Barzanî ev nirxandin kir: “Di van têkiliyan de kontrol di destê dewleta tirk de ye. Rêveberiya PDK'ê ne di wê astê de ye ku li dijî tirkan biryarekê bide. Heke ku tu di van têkiliyan de nûnertiya berjewendî û rûmeta gelekî bikî, tu neçarî xwedî seknekî birûmet bî. Ez nabêjim here dijminatiyê bike yan jî têkiliyan qut bike. Lê belê ne hewce ye ku teslîm bibe. Di van têkiliyan de teslîmbûn heye. Tirk çi bibêjin li gorî fermana wan tevdigerin. Ev jî rewşeke gelek metirsîdar e. Mînak, kontroleke zêde ya Tirkiyeyê li ser balafirgehên Silêmaniye û Hewlêrê heye. Her wiha li ser lihevkirinên petrolê kontroleke wan a zêde heye. Tirk biryarê didin bê ka dê bi çiqasî û ji kê re were firotin. Welhesil li ser aboriya Başûr kontroleke nebaş a tirkan heye û ew bi rê ve dibin. Li dijî vê rewşê jî helwesteke wan nîne. Li dijî gelê xwe gelek jêhatî ne. Ji bo leşkerên tirk ên li wê derê her tişt kirin. Wisa kirin ku êdî tu astengî li pêşiya wan nîne. Leşker diçin tên, balafir diçin tên, sîxur diçin tên. Her tiştî dikin. Veguheriye xakeke bêxwedî. Anku tirk bûne axayên Başûr. Di rewşeke wiha de ev dewlet bo te hurmetê nagire. “   ‘SEDEMA HATINA DEWLETA TIRK PKK NÎNE’   Herî dawî jî Barzanî ev tişt anî ziman: “Mejiyê şoven ê dewleta tirk a li her çar parçeyan qet neguheriye. Îcar vî mejî îro îradeya Başûr bi dest xistiye. Her wiha nakokiyên di navbera partiyên kurd de dikare bi guftûgoyê bên çareserkirin. Lê heke bandora dewleta tirk li ser hebe qet biryareke serbixwe nayê dayîn. Tu eleqeya hebûna dewleta tirk a li Başûr bi PKK’ê re nîne. Heke rêveberiya Başûr ji bo aramiyê bi PKK’ê re dan û standin bikira, dê encameke cuda bi dest xista. Lê rêveberiya Başûr di dayîna biryarên siyasî de azad nîne. Her tim îdiayên dewleta tirk dubare dikin.”