Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê 2022-07-10 11:56:46   AMED - Rojnamegerên jin ên girtî peyama “Em piştrast in ku parastina rojnamegeriyê û xwedîlêderketina wê dê mezintir bike” şandin.    Ji 16 rojnamegerên kurd ên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di 16’ê hezîranê de hatine girtin Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş û rojnameger Neşe Toprak, Elîf Ungur û Remziye Temel, ji Girtîgeha Jinan a Amedê peyam şandin.    TIRSA DEWLETA MÊRSERDEST    Safiye Alagaş piştevaniya ji bo rojnamegerên girtî hatiye nîşandan silav kir û wiha got: “Bi van girtinan re JINNEWS a têkoşîna jinan nîşan dide hedef hat girtin. Bi êrişa li dijî JINNEWS’ê re careke din nîşan dan bê ka dewleta mêrserdest ji hêza jinan çiqas ditirse. JINNEWS, di roja me de bûye dengê jinên hatine qetilkirin, hemû derdorên mafên wan hatine binpêkirin, zarok û hemû derdorên rastî zextê hatine. Bi vê êrişê re jî dixwazin jin û rengê wan bifetisînin. Bêguman em ne biyaniyên van pêvajoyan e lê em vê rewşê qebûl jî nakin. Li devereke ku zext lê tê kirin, jin her tim dadikevin kolanan û hewl didin dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Em jî weke kesên wî dengî belav dikin her tim bi kamerayên xwe li wan qadan bûn. Lewma divê herî zêde rêxistinên jinan xwedî li ajansa jinan derkevin. Em piştrast in ku parastina rojnamegeriyê û xwedîderketina li wê dê hîn bêhtir mezintir bike. Bi hêviya wê roja ku em bi hempîşeyên xwe re dîsa derkevin nûçeyan...”    EM Ê DI HER ŞERT Û MERCAN DE BINIVÎSIN    Rojnameger Neşe Toprak jî domandina piştevaniyê cihê keyfxweşiyê ye û ev tişt anî ziman: “Ez dema xwe bi xwendina pirtûkan û xêzkirina resman derbas dikim. Lê belê rêveberiya girtîgehê pênûsên boyaxkirinê nade. Ev jî gelek girîng nîne. Em ê di her şert û mercan de binivîsin. Spas ji bo her kesên piştevaniya me kiriye.”    ‘EM DIZANIN KU MAFDAR IN’    Remziye Temel jî diyar kir ku mirûzê wan xweş û motîvasyona wan baş e û wiha got: “Em baş pê dizanin ku em mafdar in. Guhê me tenê li ser hempîşeyên me ye. Divê em xebatên xwe di her şert û mercan de berdewam bikin.”    ‘PIŞTEVANÎ DÊ MEZINTIR BIKE’    Rojnameger Elîf Ungur jî di peyama xwe de wiha got: “Xwendinên me yên li girtîgehê berdewam in. Ew westîbûna rojên ewil a li ser me êdî nema. Piştevanî dê me mezintir bike. Spas ji bo her kesî.”