Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin 2022-07-10 14:42:21 EDENE - Parlamentera HDP’ê Tûlay Hatîmogûllarin lêpirsîna derheqê Navenda Çand û Hunerê ya Binevşê de weke “rontgenvanî” pênase kir û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê dê li hemberî vê pergala ji ber derew û rontgenvaniyê riziyaye serî netewîne.”    Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk bi fermana Wezareta Karên Hundir ji peywirê hatibû dûrxistin. Platforma Jinan a Edeneyê jî têkildarî mijarê li Parka Heykelliyê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya, endamên Meclisa Jinan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Fûnda Buyruk ne bi tenê ye”, “Zext nikarin me têk bibin”, “Ne ji bo jinan lê ji bo çeteyan barîkatan deynin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.      Metna daxuyaniyê ji hêla parêzer Ayşe Zîlan ve hate xwendin. Zîlan, bi bîr xist ku Buyruk li ser fermana Wezîrê Karên Hundir ji peywirê hatiye dûrxistin û wiha domand: “Me jî ev agahî di nûçeyan de dît. Em nizanin bê ka ev agahî raste yan na lê me demek berê dît ku dengê xwediyên xwe ne. Heke di bingeha wan de zilm hebe, em jî xwedî hişmendiya berxwedanê ya bi hezaran salan in. Li gel ku dizaniyan ez parêzer im, li mal û ofîsa min lêgerîn kirin. Bêguman ev sepan, parçeyeke hiqûqa ceza ya dijminatiyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku em li dijî her cureyeke êrişan li cem Fundayê cih bigirin.”    'DÊ GEL WE MEHKÛM BIKIN’    Parlamenter Tûlay Hatîmogûllari jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Tenê dîmenên di kamerayên li Navenda Çand û Hunerê ya Binevşê hatine bicihkirin û qeydên deng ên derdorê weke delîlên sûc nîşan didin. Ev dosya dê di dîrokê de weke rontgenvaniyeke bi fermana wezîrê karên hundir hatiye kirin were nivîsandin. Ji ber ku li maleke hunerê, li odeyên ku jinan cil û bergên xwe diguherandin kamera hatine bicihkirin. Ev operasyon di heman demê de li dijî muxalefetê jî hatiye kirin. Bi vê operasyonê re ji muxalefetê re dibêjin ku li gel HDP’ê tevnegerin nexwe dê hûn jî bişewitin. Operasyoneke serî tewandinê ye. Lê gelên Tirkiyeyê dê li hemberî vê pergala bi derew û rontgenvaniyê riziyaye serî netewîne. Dê feraseta Soylu ya ‘dê roja xwe bibînin’ ji hêla gelan ve were mehkûmkirin.”