Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin 2022-07-10 15:22:09   STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Aykiri Haberê Batûhan Çolak ku her tim kurdan û muxalîfan weke hedef nîşan dide, ji doza êrişa zayendî tê darizandin. Dadgehê bi hinceta “rewşa baş”, cezayê tacîzkar Çolak daxist.    Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Aykiri Haberê Batûhan Çolak ku her tim kurdan û muxalîfan weke hedef nîşan dide, li ofîsa xwe êrişa zayendî li dijî parêzer B.K. kiribû. Derheqê tacîzkar Çolak de bi sedema “êrişa zayendî ya sivik” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê  îro li 30’emîn Dadgeha Cezayên Kargêrî ya Bakirkoyê hate dîtin.    Dadgehê biryara xwe da û bi sedema “Di asta destavêtinê de êrişa zayendî kiriye” 2 sal cezayê hefsê da tacîzkar Çolak. Lê belê bi hinceta “rewşa baş” jî ev ceza daxist 8 mehan.    Dadgehê gihişt wê qenaetê ku tacîzkar Çolak “sûcan nake” û cezayê wî taloq kir.