Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû 2022-07-11 08:30:46 AMED - Lêgerîna li avahiya şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî piştî 32 rojan bi dawî bû. Polîsan kamera, qaseyên computeran, hard disk, mîkserên deng û monîtoran desteser kirin.  Li Amedê di 8’ê hezîranê de li ser fermana Serdozgeriya Komarê li dijî rojnamevanên kurd operasyon hatibû destpêkirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser malên rojnamevanan û kargehên wan JINNEWS, şîrketên produksiyonê Pel, Piya û Arî de girtibûn. Polîsan di serdegirtina kargehên rojnamevanan de dest danîbûn ser kelûpelên dîjîtal. Piştî lêgerîna roja ewil ev 32 roj bûn avahiya şîrketên produksiyonê Piya û Arî di dorpêça polîsan de bûn. Lêgerîna polîsan a li vê avahiya her du şîrketên produksiyonê 32 roj şûn ve bi dawî bû.      Piştî lêgerînê girteka radestgirtinê dan parêzeran lê lîsteya kelûpelên desteser kirine nedan. Piştî bidawîkirina dorpêçê ango lêgerînê xebatkarên produksiyonan avahiyê lêgerîn kirin û tespît kirin ku polîsan kamera, computer, har disk, mîkserên dengan ên li studyoyê, mîkfrofên ber dil, qaseyên computeran û monîtorên hin computeran desteser kirine.    ÇI BÛBÛ?   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji rojnamevanan Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, edîtorê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût, rojnamevan Omer Çelîk, Mazlum Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Her wiha rojnamevan Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.