ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-11 09:00:25   * Lêgerîna li avahiya şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî piştî 32 rojan bi dawî bû. Polîsan kamera, qaseyên computeran, hard disk, mîkserên deng û monîtoran desteser kirin.    * Serokê Odeya Bıjişkan a Rihayê Bulut Ezer diyar kir ku hişyariyên wan ên li hemberî tahdeya li ser tenduristiyê esas nehatine girtin û got: "Dawiya vê yekê tune ye. Tahdeya li tenduristiyê berhema polîtîkayên tenduristiyê ya desthilatê ye."   * Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren destnîşan kir ku tahdeya li ser rojnamevanan zêde bûye û got: "Gel divê xwedî li demokrasiyê, azadiya fikr û ramanê û mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 490'emîn de berdewam bike.    * Ma Muzîkê bi wesîleya salvegera Zarok Ma'yê ku konser li dar xist, dê di roja duyemîn de berdewam bike. (20.30)   * Lêgerîna li avahiya şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî piştî 32 rojan bi dawî bû. Polîsan kamera, qaseyên computeran, hard disk, mîkserên deng û monîtoran desteser kirin.