92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin 2022-07-11 10:54:11 WAN - Yek ji qetlîamên herî mezin ku li dijî kurdan pêk hat jî qeqtlîama Geliyê Zîlan e. Kurê Ehmedê Kewê yê ku ji qetlîamê filitî, Huseyîn Polat diyar kir ku ji wê rojê ve heta nih nêrîna dewletê neguheriye û ji bo qetlîam neyê jibîrkirin divê ji nifşên nû re were gotin.    Li dijî kurdan qetlîamên mezin hatin kirin. Yek ji van qetlîaman jî li gundên herêma Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê ve di 13’ê Tîrmeha 1930’î de pêk hat. 92 sal bi ser vê qetlîamê re derbas bû. Li gorî qeydan tê gotin nêzî 50 hezar kurd li Geliyê Zîlan hatin qetilkirin. Leşkerên tirk ketin û derketina herêma Zîlanê digirin û gundên wek Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorava, Binesî, Bunizî, Pelexl û Kerx jî di nav de 44 gund tên şewitandin. Xelkê gundan didin ber çekên giran û qetlîamên giştî pêk anîn. Yên ku nehatin qetilkirin jî şandin sirgûnê bajarên rojavayê Tirkiyeyê.      ‘BI HEZARAN ÎNSAN ŞEHÎD DIKEVIN’    Yek ji şahidên wê demê û pêşengên wê berxwedana Geliyê Zîlanê Ehmedê Kewê (Ahmet Polat) bûye. Ew ji qetlîamê sax difilite. Kurê Ehmedê Kewê, Huseyîn Polat (73) wiha qala wan tiştên ku bavê wî jê re vegotiye kir: “Bavê min wê demê li Zîlanê di nava rêxistina berxwedanê de xebatên siyasî kiriye. Bavê min yek ji wan kesên ku ji qetlîamê rizgar bûye. Leşkerên ji herêma Şeklanê tên mihên bavê min û Evdê Heso desteser kirin. Bavê min û hevalên xwe bertek nîşanî leşkeran didin. Bavê min ji wê deverê direve gund û diya min digire cem xwe û diçin navçeya Melezgira Mûşê. Ez jî li vir hatime dinyayê. Piştî em 25 sal li wir disekinin tên dîsa tên gundên xwe. Gelek xizmên me di wê qetlîamê de jiyana xwe ji dest didin. Kalikê min Marûf beg li gundê Erşatê li dijî leşkeran li ber xwe dide û leşkeran paşve dişîne. Paşê jî di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest didin. Bi hezaran xizmên me wisa şehîd dikevin.”   ‘EM BI BERXWEDANÊ HATIN VAN ROJAN’    Polat destnîşan kir ku ji wê roja qetlîamê ve heta niha tu bendewariyek wan ji dewletê nemaye û wiha got: “Dewletê heta niha li dijî kurdan her tim qetlîaman pêk aniye lê kurdan jî serî netewandiye û li ber xwe daye. Em bi berxwedanê hatine van rojan. Ne bendewariyek me ne jî tu daxwaziyek me çêbûye. Dewlet kengê li hember kudan jidil be dibe ku wê demê fikra me biguhere. Rêya rizgariya kurdan di xweparastinê de ye. Bila kurd destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û tiştên hatine serê wan ji bîra nekin. Divê kurd her tiştên hatine serê wan ji bîr nekin û ji zarokên xwe re vebêjin da ku ev qetlîam neyên jibîrkirin. Divê her kurd viya bizanibe û hîn bibin. Her kesê ku ji qetlîama Zîlanê filitî gotina wan dawî, ‘qet baweriya xwe bi dewletê neynin’ bû. Çimkî kujer hemû ji aliyê dewletê ve hatin parastin û tên parastin. Qetlîama herî dîroka wê nêz Qetlîama Roboskî ye. Leşkerên dewletê bombe bi ser kurdan de barand û qetil kirin lê bêceza hatin hiştin. Îro jî em nizanin ku hestiyên me li ku ne. Wê çaxê nêzîkatiya dewletê ya li hemberî kurdan çibû îro jî heman nêzîkatî heye û didome. Ji bilî yekitiyê û têkoşînê tu rêyek li pêşiya kurdan nemaye. Divê her kes bi feraseta ‘Berxwedana Jiyan e” li ber xwe bidin.”    MA/ Hakan Yalçin