Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin 2022-07-11 13:29:49 RIHA - Rêxistinên civakî û hiqûqî çûn serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar û diyar kirin ku ew dê bi malbatê re tekoşînê bidomînin.  Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’an de dabû destpêkirin di roja 490’î de berdewam dike. Malbata Şenyaşar tevî ku edliye girtîbû jî ji mala xwe ya li Pisûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê li “Kuncê Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.   Di roja 3’yemîn de Platforma Ked û Demokrasiyê ya Girê Sor û rêveber û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê çûn serdana malbata Şenyaşar.    ‘EM LI CEM TÊKOŞÎNA MALBATÊ NE’   Di serdanê de endamê platformê parêzer Serdar Tum diyar kir ku têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar didome û got: “Divê ji bo ku malbat cejna xwe pîroz bike û şîna xwe danin divê edalet were cî. Di şexsê dayîka Emîneyê de em li cem tevahî dayîkên bi daxwaza edaletê dikin in.”   Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîs Oyke jî bal kişand ser domandina têkoşîna edaletê û wiha axivî: “Daxwaza malbata Şenyaşar a rewa ji ber ku bi cî nehatiye malbat di vê cejnê de li vir e. Hem ji bo daxwazên malbatê yên rewa bên pêkanîn, hem ji bo serdana piştgiriyê û hem jî ji bo serdana cejnê em hatin serdana malbatê. Heya ku daxwazên malbatê bên pêkanîn em jî dê li cem balbatê bisekinin.”