HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir 2022-07-11 15:30:28   RIHA - Parlamenter û rêveberên HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin û cejna malbata pîroz kirin.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 490’emîn de li ber Edliyeya Rihayê didome. Serdanên cejna qurbanê bo malbatê berdewam dikin. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Nîmetullah Erdogmuş, rêveberên HDP’ê yên bajarê Rihayê û navçeyên wê serdana malbatê kirin. Emîne û Ferît Şenyaşar şandeya HDP’ê pêşwazî kirin.    Parlamenter Ayşe Surucu di serdanê de axivî û destnîşan kir ku heke di doza malbata Şenyaşar de edaleta rastî pêk were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were. Surucu got ew ê heta dawiyê li cem têkoşîna edaletê ya malbatê bin.      Şandeya HDP’ê kêliyek li gel malbatê nobed girtin û pişt re ji wir veqetiyan.