Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî 2022-07-11 15:31:20 NAVENDA NÛÇEYAN – Hat destnîşankirin ku Tirkiyeyê piştî êrişên çekên kîmyewî vê carê li Herêma Kurdistanê bombeya fosforê bikar aniye. Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li deverên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve daye destpêkirin berdewam dikin. Êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kimyewî didomin lê hat destnîşankirin ku vê carê dest bi çeka kujer a fosforê kiriye. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Tirkiye di 10’ê tîrmehê de li herêmên ku şer lê dijwar bûye, bombeya fosforê, 20 caran çekên kîmyewî û teqemenî bikar aniye û 9 caran jî balefirên şer herêm bombebaran kiriye. Hat ragihandin ku di şerê derketî de 8 leşker hatine kuştin.