Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin 2022-07-11 17:44:53   RIHA - Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê Kadrî Devîr, bi hinceta ku derbarê wî de cezayê hefsê yê pejirandî hebû hate girtin. Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kadrî Devîr di saetên serê sibê de li navçeya Pirsûsa Rihayê bi serdegirtina malê hate binçavkirin. Devîr, bi hinceta derbarê wî de cezayê hefsê yê pejirandî hebû, li Edliyeya Rihayê ku ew birinê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.   Hate hînbûn ku di sala 2013’an de di doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hatibû vekirin de 6 sal û 11 meh cezayê hefsê li Devîr hatiye birîn û hem Dadgeha Îstînafê û hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê li Devîr hatibû birîn pejirandine.