Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin 2022-07-11 18:24:06 MANÎSA - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê ji bo girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin şertê lêgerîna tazî anî. Girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nakin û di nava wan de girtiyên nexweşiyên dil, tansiyona bilind û helîna hestî hene jî nabin nexweşxaneyê. Bozo Açlan ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê tê ragirtin, li biraziya xwe Meral Açlanê geriya û da zanîn ku li girtîgehê nêzî beriya mehekê ji bo girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin şertê lêgerîna tazî anîne. Girtiyên ku vê lêgerîna tazî qebûl nakin û di nava wan de girtiyên bi nexweşiyên giran ketine jî hene nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê rewşa girtiyên ku nikarin dermanan bigirin jî her ku diçe giran dibe. Mehmet Sevînç ê 28 salbûn girtî bû û di heman girtîgehê de bû di 3’yê Nîsana 2022’yan de xwîn çû bû ser mejiyê wî û piştî 4 rojan jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê mirina pêk hatî de îfadeyên binakok ên rêveberiya girtîgehê û nexweşxaneyê hebûn û nehatibû diyarkirin ku çawa xwîn çûye ser mejiyê Sevînç. ŞERTÊ LÊGERÎNA TAZÎ Meral Açlan a bi apê xwe re axivî û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyan bibin nexweşxaneyê şertê lêgerîna tazî anî ye. Girtiyên ku vê lêgerîna tazî qebûl nakin, nayên dermankirin. Ji ber girtiyên nexweşên giran nayên dermankirin, rewşa wan her ku diçe giran dibe. Girtiyên ku ji ber lêgerîna dev jî qebûl nakin, nabin nexweşxaneyan nêzî meheke bi nexweşiyên dil, helîna hestî, epîlepsî, parkînson, şekir, tansiyona bilind, vertîgo, mîde û rûviyan re têdikoşin. Nexweşiyeke apê min nîne lê xwest dengê hevalên wî were bihîstin û demildest bên dermankirin.” ‘EM BI FIKAR IN’ Açlan, bi lêv kir ku têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyan bi fikar in û bi bîr xist ku demekî nêzîk di heman girtîgehê de Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest daye. Açlan, anî ziman ku hêj pirsên ku têkildarî mirina Sevînç nehatine bersivandin hene û wiha axivî: “Ew bi xwe jî beriya rojekê biribûn nexweşxaneyê û anî bûn. Piştî rojên din jiyana xwe ji dest da îfadeyên bi nakok hebûn. Ji bo ku heman rewş çênebe divê girtî bên dermankirin. Heke nexweşiyên tên diyarkirin neyên dermankirin wê bixeter bin. Girtî nikarin dermanên xwe jî bigirin. Tenê dibin revîra di nava girtîgehê de Ji ber li wir jî derfêt gelek kêm in rast û dirûst li girtiyan nanêrin. Ji bo dermankirineke baş divê bibin nexweşxaneyê.”