Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar 2022-07-11 22:11:17 WAN - Li gundê Hêrêsan ê girêdayî navçeya Şaxa Wanê di navbera du malbatan de şer derket. Li gorî agahiyên ewil kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî bi awayekî giran birîndar bûn.    Li gundê Hêrêsan ê girêdayî navçeya Şaxa Wanê di navbera du malbatan de şer derket. Li gorî agahiyên ewil kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî bi awayekî giran birîndar bûn. Piştî şer ketin û derketina gundan hate qedexekirin û birîndar bi helîkopteran birin nexweşxaneyên bajêr. Polîs sewqî taxên navenda bajêr ku ferdên her du malbatan lê dijîn hatin kirin.     Di şerê beriya hefteyekê di navbera her du malbatan derketibû de 20 kes birîndar bûbûn.