Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê' 2022-07-11 22:19:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên jin Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag û rojnamevan Gazel Bûlût ji girtîgehê wêneyekî hevpar parve kirin.    Keça Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin, Evîn Jiyan Kişanak li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal wêneyek parve kir.    Di wêneyê ku Kişanak parve kir de Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag û rojnamevan Gazel Bûlût jî heye. Evîn Jiyan Kişanak wêneyê ji girtîgehê bi vê nîşeyê parve kir: "Şefa orkestrayê Gulten Kişanak, keman Fîgen Yuksekdag û bilûr Gazel Bûlût. Ji herkesê re gelek silav û hezkirinên wan hene."