Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive 2022-07-12 09:07:54   STENBOL - Endamê DÎB’ê Zekî Tombak destnîşan kir ku Tirkiye ji bo pirsgirêka kurd çareser neke her rêyê bikartîne û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bi awayekî azad biaxive.”   Tirkiyeya pirsgirêka kurd şûna polîtîkayên aştiyane bi şer kûr kiriye, ji ber vê yekê bi krîzên siyasî, sosyal û îktîsadî re rûbirû ye. Tirkiyeya ku ji 17’ê nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn dike, xwe amade dike ku êrişî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike. Endamê Lijneya Koordînasyona Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Zekî Tombak êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêmên Kurdistana Federe, bandora şer a li ser gel û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi tundiyê ji ajansa me re nirxand.    Tombak, bi bîr xist ku di bingeha krîzên Tirkiye dijî pirsgirêka kurd a nayê çareserkirin heye û wiha got: “Pirsgirêka kurd ne tenê gerîlayê li serê çiya ye, divê ev were zanîn. Polîtîkayên şer ên dewlet demekî dirêje li dijî kurdan dimeşîne dilê kurdan diêşîne. Li vî welatî kurd tên bişaftin. Kurdan ev yek qebûl nekirin û li dijî vê têkoşiyan. Polîtîkayên şer bi welat didin winda kirin. Pêkane ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin. Li herêma Zapê ji 17’ê nîsanê ve çiyayan bombe baran dikin. Tirkiye bênavber çekan li wan deran bi cih dike û balafiran difirîne. Dîsa lojîstîk û sotemeniya wê jî heye. Pereyekî zêde tê xerckirin.”   ‘ENCAMA DIXWEST BI DEST NEXIST’   Tombak, anî ziman ku Tirkiyeya ji Herêma Kurdistana Federe tu encam bi dest nexistin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û wiha berdewam kir: “Tirkiye dixwaze serkeftina ku li Zapê bi dest nexist li Rojava bi dest bixe. Rojava cihê ku bi bedelên giran biha dijminê mirovahiyê têk hatiye birine. Cihê ku ewilî DAÎŞ têk çûyî Kobanê ye. Tirkiyeyê û Erdogan ev têkçûyîn hezm nekirin. Li wir jiyaneke nû tê avakirin. Aqilê dewleta tirk vê yekê naxwaze. Difikire ku dê vê yekê çawa têk bibe.”   ŞER BELAV BÛ   Tombak, bal kişand ku polîtîkayên şer di heman demê de binpêkirinên mafan derdixe holê û wiha pê de çû: “Li cihekê şer dom dirêj bibe di heman demê de li wî welatî hiqûq û edalet jî ji holê radibe. Heke bêhiqûqî li cihekê dest pê kiribe belavî her derê dibe. Bila kes xwe ji vê xelasbûyî nebîne.”   DIJMINATIYA KURDAN    Tombak, ê mijara bazarbûna kurdan a di civîna NATO’yê de nirxand wiha got: “Tirkiye hemû têkiliyên xwe yên bi dewletan re bi ser meseleya kurdan bazarê dike. Niha hemû dewletên emperyalist hatine asta ku pirsgirêka kurd li dijî Tirkiyeyê bi kar bînin. Kîjan dewlet bixwaze tiştekî bifiroşe Tirkiyeyê li ser pirsgirêka kurdan vê bazarê dike. Mînak; Swêd û Fînlandiyayê xwest bikeve NATO’yê lê Tirkiyeyê qiyamet rakir. Dîsa li ser Kurdan bazar kirin. Ji bo ketina Kurdistana Sûriyeyê jî niqaş dikin ku dê çawa destûrê ji Amerîka û Rûsyayê bigirin û li hemberî vê yekê çi bide wan. Di NATO’yê de jî heman tişt kirin. Erdogan di hevdîtinan de xwest ku PKK weke ‘terorîst’ were dîtin û bi tu awayî alîkariya wan neyê kirin. Tirkiye polîtîkaya derve bi ser dijminatiya kurdan bi rê ve dibe. Ev hişmendî bi Tirkiyeyê dide windakirin.   TÊKILIYÊN ERDOGAN Û BARZANÎ   Tombak, bi bîr xist ku aqilê dewletê li tu derê cîhanê naxwaze ku kurd bibin xwedî statu û ji bo têkiliyên AKP’ê û PDK’ê ev tişt gotin: “Malbata Barzanî niha weke ku gelekî nêzî hikumeta Tirkiyeyê ye tevdigere. Lê dema referandûma serxwebûnê hate kirin. Ya qiyamet rakir ji Îran û Iraqê zêdetir hikumeta Erdogan bû. Sedemê wê jî nexwestina statuya kurdan bû.”   ‘DIVÊ OCALAN BI AWAYEKÎ AZAD BIAXIVE’   Tombak, bi lêv kir ku weke DÎB’ê di pirsgirêka kurd de çareseriyeke aştiyane û demokratîk armanc dikin û wiha dirêjî da axafitina xwe: “Muxatabê mijarê Meclîs e. Hilbijartina di pêşiya me de hilbijartineke heyatî ye. Dema mirov dibêje pirsgirêka kurd gelek tişt hene. Divê ewilî tecrîd bi dawî bibe û Abdûllah Ocalan bi awayekî azad biaxive. Li Tirkiyeyê cihê ku ewilî tundî lê zêde dibe her tim girtîgeh in. Girtîgeh bi hemwelatiyên kurd tejî bûne. Divê ewilî gavên ku girtiyên siyasî bên azadkirin werin avêtin.”    DESTNÎŞANKIRINA MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK   Tombak, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Pêdivî bi guhertineke bingehîn a makeqanûnekê heye. Divê ev hêzên heta pergala yek zilam bûne navendî bên belavkirin. Di herêmê de wê gel hinek pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike lê divê pêşiya gel were vekirin.”   MA/ Esra Solîn Dal