Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin 2022-07-12 12:30:03   AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin didome. Malbatan diyar kirin ku kurdbûna wan û malbatên girtiyan tên cezakirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, li Amedê dane destpêkirin di roja 239’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya xwe li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER), Komeleya 78’an, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    ‘ME JI BO CEJNÊ SERDANA GIRTIYAN NEKIR’    Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî, destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin 9 meh çalaki li dar dixin û wiha got: “Hemû dinyayê dengê me bihîst û piştgirî didin me lê belê rayedarên Tirkiyeyê daxwaz û qîrîna me nabihîzin. Em niha di roja çaremîn a cejna qurbanê de ne. Me wek malbatan ji bo cejnê hevdîtin bi girtiyên xwe re nekir. Çimkî girtiyên me dibin bajarên ji me dûr. Ev yek jî polîtîkaya cezakirina girtiyan û malbatên wan e. Polîtîkaya cezakirina kurdbûnê tê meşandin. Ew kesên ku behsa malbatên girtiyan dikin lê xwedî li malbatan dernakevin. Em dîsa dubare dubare dibêjin girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin berdin.”