Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin 2022-07-12 19:23:46   AMED - Nameya ku Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, ji rojnameya Yenî Yaşamê re şandiye careke din “bixeter” hate dîtin. Nameya ku yek ji 16 rojnamevanên di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, ji rojnamevan Huseyîn Aykol re şandiye hate desteserkirin. Sedemê nameya Ertaş a têkildarî girtina wan a dijhiqûqî nivîsandiye û ji rojnamevan Aykol re şandî ye jî “nivîsîna Huseyîn Aykol a ji rojnameya Yenî Yaşamê re” hatiye nîşandan. Nameya ku Ertaş ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi kurdî nivîsîbû û ji hempîşeya xwe Eylem Akdag re şandibû jî bi hinceta “rojnamevaniya xwe didomîne” hatibû desteserkirin.