‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’ 2022-07-13 09:01:13 RIHA - Xwişka Alî Çîçek ê di rojiya mirinê ya di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de bi Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Hayrî Dûrmûş re jiyana xwe ji dest da, Ayşe Çîçek wiha got: “Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê.”   Ji pêkanînên derveyî mirovahiyê ku di pêvajoya darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê ku yek ji serdemeke herî tarî ya dîroka Tirkiyeyê de xistin meriyete, herî zêde kurd jê bi bandor bûn. Piştî darbeyê Zindana Hejmara 5’an a Amedê bû navenda pêkanînên îşkence û derveyî mirovahiyê. Girtîgeha di rêveberiya Esat Oktay Yildiran de, ji ber pêkanînên dihatin kirin di pêvajoya pêş de keta nava 10 girtîgehên cîhanê yên herî xirab. Lê berxwedana li dijî van pêkanînan hate dayîn jî bû bingeha têkoşîna azadiya gelê kurd.    GAVA EWIL A BERXWEDANÊ   Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di 21'ê Adara 1982'yan de li hemberî pêkanînên îşkenceyê bi sê darikên şixatê, bedena xwe da ber agir û bû gava ewil a berxwedana dîrokî. Piştî vê çalakiya Dogan, di 18'ê Gulana 1982'yan de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn jî teslîmiyet qebûl nekirin û bedenên xwe dan ber agir. Kûrtay, Oner, Anyik û Zengîn bi çalakiya xwe weke “Çaran” hatin binavkirin.    BERXWEDANA MEZIN   Piştî vê di 14’ê Tîrmeha 1982'yan de di pêşengtiya kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de çalakiya ku weke “Rojiya Mirinê ya Mezin” kete dîrokê dest pê kir. Di roja 53’yan a rojiya mirinê de Kemal Pîr, di roja 61'ê ya rojiya mirinê de Hayrî Dûrmûş, di roja 63'yan a rojiya mirinê de Akîf Yilmaz û di roja 65'an a rojiya mirinê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. Kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi têkoşîna xwe weke “kesên ne teslîmiyet, berxwedan hilbijartin” ketin bîra mirovan.    Xwişka, Alî Çîçek ê herî ciwan ê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, Ayşe Çîçek, têkoşîna birayê xwe vegot.    Çîçek, da zanîn ku birayê wê li mezrayeke biçûk a gundê Kûskûnlû yê girêdayî navçeya Hîlwan a Rihayê weke zarokê herî biçûk yê malê ji dayik bûye û got: “Em malbateke gelek dewlemend nebûn. Bavê min cotkar bû û çavên wî nedidîtin. Dema ez 10, Elî jî 2 salî bû me barkir Hîlwanê. Elî dema biçûk bû jî bihêz bû. Bi hêrs û her tim wêrek bû. Di zarokatiya xwe de jî neheqî qet qebûl nedikir. Dibistana seretayî li Hîlwanê, dibistana navîn li Ceyhanê û lîse jî li Rihayê xwend. Dema destpêkên lîseyê bi faşîstan re şer kir. Tehamulî tiştên ku wan kirî nekiriye û bersiva wan daye. Wê demê cara ewil bû hate girtin. Nêzî 2 mehan li Edeneyê girtî ma. Di wê pêvajoyê de Kemal Pîr nas dike. Piştî ku vegeriya êdî têkoşîn ketibû nav hişê wî. Wê demê tu tişt ji wî re nedibû asteng. Piştî ku kete nava tevgerê guhertin jî tê de çêbû. Gelek girêdayî tevgerê, partiyê bû.”   BAWERIYA WÎ YA BI ŞOREŞÊ RE   Çîçek, bi lêv kir ku birayê wî ji “Şoreşa Îslamî ya Îranê” bandor bûye û bi fikriyata “Em jî dikarin bikin” xwe fedayî şoreşê kiriye û wiha berdewam kir: “Baweriyeke wî ya mezin ji şoreşê re hebû. Digot ‘wan kir em çima nikarin bikin?’ Em wê demê jî pê serbilind bûn lê me nedizanî ku ev qas mezin difikire.” Çîçek, da zanîn ku dema birayê wê têkoşîna azadiyê dida meşandin hema bêje li hemû herêmê geriya û bi wî re tenê karîne çend saetan pê re biaxivin û axaftina di navbera wê û birayê wê de derbas bû wiha vegot: “Dema me taştê xwar di sifreyê de tenê penîr hebû. Lê wî qet destê xwe neda penîrî. Dema min sedemê wê pirsî jî got ‘hevalên nikarin penîr bixwin, birçî û tî ne, ez nikarim vê bixwim.’ Wê rojê tenê çay vexwar û nan xwar.”   HEVDÎTINA GIRTÎGEHÊ   Çîçek, bi lêv kir ku birayê wê pişt re bi îxbara gardiyanekê hate girtin û li Rihayê di girtîgehê de 3 mehan îşkence dît. Çîçek, anî ziman ku birayê wê 2 salan di Zindana Amedê de ma û li vir rastî îşkenceyeke giran hat. Çîçek, bal kişand ser hevdîtina li girtîgehê bi birayê xwe re kir û wiha pê de çû: “Tenê ‘Çawa yî?’ , ‘Baş î?’ û dengê kûçikan hebû… Axaftin her tim wisa berdewam dikir. Em disekinîn û li hevdu dinêrî. Musade ne dida ku bi kurdî were axaftin. Li pişta herkesekî ji me cendermeyek disekinî. Dayika min tirkî dizanî lê bavê min nedizanî. Ji xwe ji ber ku çavên bavê min nedidîtin nekarî qet biçe hevdîtina Elî. Rojekê em çûnn 3 rojan li Amedê dan sekinandin. Ji ber îşkence dîtîbû nedikarî li ser lingên xwe jî bisekine.”    ‘BÛN STÛNA KURDISTANÊ’   Çîçek, diyar kir ku leşkerên ku hatin mala wan di 17’ê Îlona 1982’yan de agahiya mirina birayê wê dane wan û got: “Dema Denîz (Gezmîş) ew mirin ez bi xesuya xwe ve gelek giriyan. Heman tişt piştî 10 salan hat serê me bi xwe jî. Min hem birayê xwe hem hevalê xwe hem jî zarokekî xwe winda kiribû. Ew her tiştê min bû.” Çîçek, da zanîn ku piştî cenazeyê birayê xwe wergirtin li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê veşartin û anî ziman ku li vir li dijî gora birayê wê êrişên faşîst çêbûn. Çîçek, bi lêv kir ku li ser vê yekê di çarçoveya wasiyeta birayê xwe de cenaze li Amedê veşartin.    Çîçek, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ew bi têkoşîna xwe bûn dîreka Kurdistanê. Ocalan bû bingeha Kurdistanê ew bûn stûna Kurdistanê. Pêşengtiya têkoşînê kirin û pêşî li têkoşîna Kurdistanê vekirin. 4’an xwe şewitand 4 jî ketin rojiya mirinê. Saya wan di girtîgehan de jî guhertinek çêbû. Mirov ji berê zêdetir bi awayekî rehet dest bi dîtina xizmên xwe kirin.”   MA / Ceylan Şahînlî