Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike 2022-07-13 12:42:36 AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê daye destpêkirin di roja 240’emîn de berdewam kir.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, li Amedê dane destpêkirin, di roja 240’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya xwe li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) li dar xistin. Endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    ‘PARTIYÊN SIYASÎ KER Û LAL IN’   Di çalakî de yek ji xizmên girtî Încî Guler axivî.  Guler, bal kişand li ser bêdengiya partiyên siyasî û got: "Bi mehane em li vir di nobetê de ne û hê jî dibêjin ‘Heq, hiqûq, edalet’. Lê partiyên siyasî xwe ker û lal kirine. Erka xwe nayînin cih, em ji bilî qanûnê tiştekî din naxwazin. Siyasetmedar bila sozên xwe bînin bîra xwe, bi vê bêdengiyê ew jî dibin şîrîkê vê zilmê. Di girtîgehan de cur bi cur îşkence li girtiyên me tê kirin, ji lêgerîna tazî heya êrîşên derûnî li ser wan tên meşandin. Li derva tazî kirin weke dînîtî dê were nirxandin lê di girtîgehan de weke qanûn tê pêkanînîn. Em vê zilmê qebûl nakin û em ê qebûl nekin jî.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanê”, “Heq, hiqûq û edalet” û tilîliyan bi dawî bû.