ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-14 09:00:16     * Di ser berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê re 40 sal derbas bûn. Serokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş derbarê mijarê de wiha got: “Pêkanînên Hejmara 5’an ên wê rojê, îro li 300 girtîgehan tên pêkanîn."    * Sekretera Giştî ya UGKDD'ê Meryem Rajhatî diyar kir ku di 6 mehên dawî de gotinên nîjadperest ên li hemberî penaber û koçberan zêde bûne û got, di vî warî de gelek kes serî li komeleya wan didin.   * Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan diyar kir ku hejmara pêketiyên covîd-19'ê ji ya ku tê eşkerekirin pir zêdetir e û got, li bajêr ji 2 kesên testê dikin yek jê pozîtîf e.   * Li Girtîgeha Aydin a Tîpa E'yê hatibû derpêşkirin ku girtî Yilmaz Ekîncî xwe kuştiye. Lê belê dîmenên ku dema gardiyan bi çepilên Ekîncî girtine û wî dibin odeya muşahadeyê derketin holê. Ji xeynî vê girtiyan jî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku îşkence li Ekîncî hatiye kirin. Her wiha îdareya girtîgehê dîmenên kameraya ku li qawîşê mêze dike jî nedaye malbatê.    * Gulsun Altan a ku li hefsê bi hevjînê xwe Hevserokê DFG’ê Serdar Altan re hevdîtin kir, diyar kir ku e li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê bi lêgerîna tazî re rûbirû mane.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 493'emîn de berdewam bike.    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Îzmîr û Stenbolê berdewam bike. (11.00)    * Bi boneya salvegera çalakiya rojiya mirinê ku di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de li Zindana Amedê li dijî îşkenceyê û sepanên der mirovî hatibû destpêkirin, dê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (13.00-19.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê li dijî şer ji Kolana Hunerê heta avahiya partiya xwe meşa bi meşaleyî li dar bixe. (20.00)