Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin 2022-07-14 09:30:13   HATAY - Polîsên ku posterên Îbrahîm Kaypakkaya yên stanta di çarçoveya Mîhrîcana Evvel Temmûzê ya Kevneşopî hatiye vekirin de cih girtin weke hincet nîşandan, mudaxileyî stantê kir û 24 kes binçav kirin.    22’yemîn Mîhrîcana Evvel Temmûzê ya Kevneşopî ku ji aliyê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Akdenîz û Komeleya Pêşvebirinê ya Samandag ve li Hatayê tê lidarxistin, di roja 5’emîn de berdewam dike. Polîsên ku posterên Îbrahîm Kaypakkaya yên stanta di çarçoveya mîhrîcanê hatiye vekirin de cih girtin weke hincet nîşandan, mudaxileyî kesên stand vekirin kirin.     Piştî mudaxileyê 24 kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Samandagê.