Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man 2022-07-14 09:38:16 AMED - Gulsun Altan a ku li hefsê bi hevjînê xwe Hevserokê DFG’ê Serdar Altan re hevdîtin kir, diyar kir ku e li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê bi lêgerîna tazî re rûbirû mane.  Li Amedê di 16’ê hezîranê de 16 rojnamevanên kurd ji aliyê Dadgeha Amedê ve bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî di nav van rojnamevanên girtî de ye. Hevjîna Altan, Gulsun Altan a rojnamevan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê bi hevjînê xwe re hevdîtin pêk anî, girtina hevjînê xwe nirxand.    Gulsun Altan diyar kir ku hê jî li ser dosyeya rojnamevanan biryara veşarî heye û lewma jî ne malbat, ne rojnamevan ne jî parêzer têkildarî dosyeyê pir zêde bi hûrguliyên wê nizanin û sedemên bûne hêceta girtina baş nizanin. Altan anî ziman ku beriya ku rojnamevan û parêzerên xwe dizanibin bi çi hêcetê tên darizandin, her tiştî pêşkêşî medyaya havuzê dikin û xebatên ku rojnamevanan kiriye wek sûc tê dîtin.    Altan diyar kir ku dema hevjînê wê hatiye girtin ewilî wan birine Girtîgeha Tîpa D’yê û li wir bi awayek girtî pê re hevdîtin kiriye û heta ew digihîjin cihê hevdîtinê di gelek lêgerînan de derbas dibin. Altan got ji ber ku cama li cihê hevdîtinê ya di navbera girtî û malbata wî de qirêjî ye baş hev nafesilînin û hevdîtinek birêkûpêk derbas nebû.    JI BO SEWQÊ 15 DEQÎQE DEM DANE    Altan da zanîn hevjînê wê û hevpîşeyên xwe ji Tîpa D’yê sewqî Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind kirine lê agahî nedane wan û ji bo sewqê 15 deqîqe dem dane rojnamevanên girtî.    'SEPANÊN GIRTÎGEHÊ GIHÎŞTINE ASTA TACÎZÊ’   Altan destnîşan kir ku bi wesîleya Cejna Qurbanê roja sêşemê hevdîtina vekirî pêk anîne û wiha got: “Em li girtîgehê bi sepanên bi balkêş re rûbirû dimînin. Em gelek caran di lêgerînan re derbas dibin. Ev têrê nake me di cîhaza X-RAY de derbas kirin û her carê ev cîhaz îşaret da. Pişt re me birin kabîneya cila ji xwe kirine û li ser me lêgerîn pêk anîn. Tevî ku gardiyan û leşkerên zilam hebûn jî me bi awayek tazî di cîhaza X-RAY re derbas kirin. Em bi sepanên tacîzê re rûbirû man. Ez û malbatên din gelek ji vê rewşê aciz bûn. Tişta ku tînin serê me û zarokên me li ser derûniya wan bandorê dike. Dixwazin em û girtiyan bêhêvî û bêmoral xuya bikin.”    NAMEYA ALTAN HATIYE DESTESERKIRIN    Altan anî ziman ku hevjînê wê nameyek têkildarî pêvajoya girtina xwe ji nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê û rojnamevan Huseyîn Aykol re nivîsandiye lê belê name “bixeter” hatiye dîtin û desteser kirine.    'DIXWAZIN MALBATAN BITEPISÎNIN’   Altan da zanîn ku bi polîtîkayên li girtîgehê tên krin dixwazin malbatên girtiyan bitepisînin û got: “Dixwazin me bitirsînin û aciz bikin ku em neçin hevdîtinê. Lê çi dikin bila bikin em ê dest ji girtiyên xwe bernedin. Wê nikaribin li pêşiya hevdîtina me û girtiyên me bibin asteng. Divê em xwedî li rojnamevanên xwe derkevin. Çimkî rojnamevan deng û rengên gelê kurd in. Lazim e em têkoşîna xwe mezintir bikin.”    MA / Mehmet Guleş