Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin 2022-07-14 10:17:12 AMED - Nameyên ji rojnamevanên girtî Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abidin Bulut bi hêceta “dibe ku nivîsên rêxistinî tê de hebin” hatin desteserkirin.  Li Amedê 16 rojnamevanên kurd di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin. Desteya Dîsiplîna Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê nameyên Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş û ji edîtorê Xwebûnê Zeynel Abidin Bulut desteser kirin. Desteya Dîsiplînê nameyên ku rojnamevanan ji bo hevpîşeyê xwe Huseyîn Aykol şandibûn bi awayek “bixeter” dît û hêceta “dibe ku propaganda rêxistinê û ragihandina rêxistinî vediguhezîne” da nîşandan.