Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome 2022-07-14 11:20:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê têkildarî leşkerê bi navê Nacî Kaygisiz ku hate aşkerekirin di şerê li Zapê de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî di destê HPG’ê de ye, tevî hefteyek derbas bû jî tu daxuyanî nedan.    Êrişên ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe di 17’ê nîsanê de dane destpêkirin didomin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî êrişan di 10’ê tîrmehê de daxuyaniya HPG’ê aşkere kiribû û diyar kiribû ku  di şer de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê di daxuyaniya xwe de cih dabû ku di şerê li herêma Girê Şehîd Pîrdoxan ê Girê Amediyê yê rojavayê Zapê de du leşkeran jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê Nacî Kaygisiz ê yek ji wan du leşkerên jiyana xwe ji dest dane di destê wan de ye.    HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev bang li malbata Kaygisiz jî kiribû: “Ger ku bixwazin cenazeyê zarokên wan dikarin bi rêya sivîlan radestî wan bikin. Malbat dikare bê navçeya Amediyê ya Duhoka Başûrê Kurdistanê û bi rêya sivîlên li herêmê bi me re bikeve têkiliyê.”    Lê bêdengiya têkildarî aqubeta Kaygisiz berdewam dike. Wezareta Parastinê, tevî ku bi ser şer de hefteyek derbas bûye jî têkildarî Kaygisiz hêj tu daxuyanî nedane.