Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir 2022-07-14 12:24:24 AMED - Polîsan li Amedê bîranîna yek ji pêşengên PKK’ê Elî Çîçek ê ku li Zindana Amedê dijî îşkenceyê di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, asteng kir.    Komeleya 78’an a Amedê, bi minasebeta salvegera mirina ji pêşengên PKK’ê Elî Çîçek ku li Zindan Amedê di 14’e Tîrmeha sala 1982’yan de ku li dijî îşkenceyê di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, wî li ser gora bi bîr bîne. Gora Çîçek ku li Goristana Yenîkoya Amedê ye, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.    Endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede ku li ber goristanê amade bûn, hatin astengkirin. Polîsan goristan dorpêç kir û destûr nedan ku girse biçe ser gorê û Çîçek bi bîr bîne.    Girse demek dirêj di dorpêça polîsan de ma. Girse pişt re ji ber goristanê veqetiya.